Sîpan ŞÎNDA
Her mirovekî di jiyana wan de qehremanekî wan heye. Yê hinan ji yekî ji pitir in. Gelo kî ne ev egîd û pêlewanên jiyana mirovan? Kî ne ew kesên ku hinde mirov wana mezin û jîr û jêhatî dibînin? Kî ne ew kesên ku xiyalên mirovan dixemilînin û mirov her û her wan ji bo xwe dikin mînak û dixwazin bibin weke wan, yan ji bigihên asta wan? Di nava civakê de ew kesên ku pirranî weke îdol têne bijartin, bi piranî yan aktor û aktrîsên sînemayê ne, yan rêber û mezinên dewletanin, yan ji kesên ku di dîrokê de nav û deng in. Mînak kesên rêbertiya şoreşan kirîn, pêxemberên ola, serok dewletên di gelek şeran de serketîn û nav û deng dayîn, yan jî kesên mîtolojîk û hwd. Pirrê mirovan wan kesan ji xwe re weke rêberê jiyanê dibînin û dixwazin weke wan bijîn. Rast e, her mirovekî xeyalinê wan, armancinê wan hene. Ji wê xwezatir ji nîne ku mirov xwedî xeyal be. Divê her tim xeyalên mirovî hebin di jiyanê de. Lê ka binêrin li dora xwe, gelo kesên ku hûn wana ji xwe re bikin rêberê jiyanê tunînin? Yan ji hinekî di nava demê de paşde herin û zarokatiya xwe bînin bîra xwe. Gelo di zarokatiya we de kî bûn îdolên we yên jiyanê? Kî bûn rêberê we yên jiyanê? Ango kî bûn qehremanên we? Yan hewe jibîr kiriye? Gelo we xewên şevan li kê diherimandin? Gelo kî bûn berevanê we yê jiyanê? Gelo kî bûn hûn ji agir û avê, ji serma û germê diparastin? Gelo kî bûn hemî qehr û kulên we dikişandin? Gelo kî bûn hemî daxwazî û vîyanên we pêktanîn? Nizanim hatin bîra we yan na? Erê qehremanên min yên jiyanê dê û babê min in! Ne çi actor û aktrîs, ne çi pêxember û rêber, ne çi serok dewlet û îdeolog in. Egîdên jiyana min yên rastî dê û babê min in. Bi taybetî ji diya min. Jiber ku hêj ez zarok babê min çûye tevilî karwanê azadiyê bûye û êdî min ew nedîtiye. Lê diya min, ew mirova ku yazdeh zarok bi qehr û kul, bi êş û jan mezin kirîn! Ew kesa ku bi şev û roj, havîn û zivistan, payîz û biharan bê westan dişixwilî. Ewa ku di wî çilê havînê de di nava zeviyên pambû de hetanî êvarî ji herkesî zêdetir bû. Ew mirova ku bi roj jiderve dixebitî û bi şev ji di mal de dişixwilî. Ew e îdola min ya jiyanê. Ew e egîd û pêlewana min. Ew e xoşewîsta jiyana min. Ew e her tim xeyala jîna min. Ew e sitî û siltana min. Ew e taca zêrîn ya li ser serê min. Gelo yên hewe kî ne? Yan hêj aktor û aktrîsên di filîman de nin! Rast e, giyayê derê hewşê tehl e.






