Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Qendîl vîna kurdên azad e”

01/05/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
113 Roj
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk SAKIK

Her tiştî piştî Peymana Lozanê dest pê kir. Beriya Peymanê di destûrabingehin ya sala 1921an de mafê otonomiyê dabûn kurdan. Li bi tenê ev yek wek argumenek ku dewletên rojavayî bidin îknakirin bû. Peyva Otonomiyê ji bo demê bû. Tirkan sozdan kurdan û pêkneanîn. Kurdan serhildanek bi Şêx Saîd dane destpêkirin û biserneketin.

Piştî vê yekê dewleta Tirk li hember kurdan pêvajoya tunekirin, îmha kirin û asîmlasyonê da destpêkirin. Îsmet Înonu, ji bo siyaseta xwe ya li dijî kurdan a nû, xwest raporek were amadekirin. Wî yek xwest, lê 3 rapor hatin amadekirin.

1- Rapora Renda: Dive zimanê Tirkî li vê heremê bibe zimanê serdest. Ji bo vê yekê jî, dibe dibistan û bi taybet jî dibistanên zarokên keç werin çêkirin.

2- Rapora Cemîl Ubaydin: Dive, ji hin deverên dina mihaciran bînin û li van hereman bicîhkin da ku nifusa Tirkan bibe nifusa serdest.

3- Rapora Serfermandariya Arteşê. Dibe, demografî were guhertin ku asîmlasyon pêkwere.

Piştî van raporan dest bi xebatan kirin ev 3 rapor yek bi yek, xal bi xal li Kurdistan pêkanîn. Bi ser jî ketin. Kurd hatin asîmle kirin. Demografî hat guhertin. Kurdan dest bi înkara xwe kirin. Û ev bêdengî bi salan dewamkir.

Di destpêkê de dijminên kurdan, xwestin fikra ‘yek Kurdistan’ ji dil û mêjiyên kurdan derxin. Dagirkerên Kurdistan baş dizanibûn, dema ku fikrê yek welatî ji mêjiyê kurdan were derxistin,wê bi hêsanî bikaribin kurdan radest bigirin û rê nedin serhildanek bi ser keve.

 

Hemû serhildan li herêmek an jî li parçeyek dest pêdikir. Herêmek li hewara herêma din nediçû. Dijmin berî erîş bike, têkiliyên di navbera parçeyan qût dikir. Ji ber van sedeman serhildan di demek kurt de têk diçûn.

Dewletên dagirker her tim xwestin hêzên Kurdan bînin hemberî hev û ji bo vê yekê her tişt kirin. Car caran ev siyaseta wan, li ser tevgerên Kurdan bandor kir. Û ev dibû sedem ku êdî kurd bi salan bikevin xewnek bêdengiyê. Ev yek jî wek qanikek, wek benîştek ketibû devê kurdan û digotin; “ax yekitî…”

 

Heger hêzek derketa, heger rêberek derketa û hemû parçeyan, hemû herêman baniya cem hev, wê yekitî ava bibûya. Lê ev yek nedibû. Taa ku rojek gotin bi navê PKK tevgerek û bi navê Apo rêberek derket qada rizgarkirina Kurdistanê. Piştî wê êdî roj bi roj yekitî dihat avakirin.

Piştî ku PKK hat avakirin û li Kurdistan dest bi rêxistinbûnê kir, gelê kurd bi rastiya xwe, bi kurdayetiya xwe hesiya. Ew dîwarê dijmin ya li pêşiya ‘yek welatî’ parçekir. Ji gelek tevger û rêxistinên kurdan şoreşger, ji tevgera xwe gût bûn û berê xwe dan vê tevgera nû-PKK’ê.

Darbeya 12ê Îlona 1980yan bû sedem ku hemû tevger dest ji têkoşînê berdin. PKK  berovajiyê vê yekê li kêleka rêxistinbuna xwe ya îdeolojîk-siyasî, di warê leşkerî de jî derbasî merhelayek nû bû. Bi berxwedana zîndanan û bi pêngeva 15’ê Tebaxê bawerî da kurdan.

Û ew dem hat. Êdî yekitiya kurdan avadibû. Navenda “Yekitiya Neteweyî”  PKK bû.  Ji her parçeyî, ji her herêmî,  kurd berê xwe didan nav vê tevgerê. Ji her deverî cîwan navnîşanek yekitiyê ji xwe re dîtin û hatin li çiyayê Kurdistan bûne yek, bûne gerîlla û ji bo azadiya Kurdistan şer kirin.

Dema ku li çiya deng bi çekên cîwana ket li bajêr û li gundan gelê kurd bi kurdayetiya xwe hesiyan, dest bi sehildanan kirin. Dengê çeka gerîla û û dengê serhildanan li asûmanên Kurdistan tevlî nav hev dibûn.

Şerê Gerîla wek peşmergeyên berê bi heremek sînorkirî nema, wan li 4 parçeyî şerdikirin. Roj hat gerîlayek ji Efrînê li Dersim şer kir. Gerîlayek ku ji Mûşê bû çû hawara Kerkukê û li dijî DAÎŞ şer kir. Gerîlayek ji herêma Mako li Amedê şer kir. Gerîlayek ji Amedê li hewara Şengalê çû û valahiya ji Peşmergeyên bazdabûn dagirt û gelê êzidî ji karesetên diha mezin rizgar kir.  Gerîllayek ji herêma Dûhokê, li hewara Kobanê çû. Gerîlayek ji Sileymaniyê li Botan di şerde bû.

Gerîla tucarî wek peşmerge, heremî tevnegeriya. Baweriya wan bi Kurdistanek azad hebû û li kîjan deverê erişên dagirkeriyê hebûna, ew li wêderbûn. Ew hêzên parastina Kurdistan bûn.

Me ev yek di komkujiya Şengalê de, di erişên DAÎŞ yên li Mexmûr û li Kerkukê de û dîsa di sala 2015an de di dema rûxandina bajaran de li Bakûrê Kurdistan dît. Gerîla li ser hewara gel, derbasî van herêman bûn.

Dema ku mirov li dîroka peşmergeyan binêrî; yên rojhilat ji rojhelat, yên Başûr ji başûr derneketinin. Tu cara me nedît li hewara heremek herin. Îstisna di dema şerê Kobanê de komek peşmerge derbasî Kobanê bûn. Di dîrokê de ev tenê wê mînak were nîşandan jî ev yek piştî biryarên siyasî yên navnetewî derket holê. Anjî peşmerge bi serê xwe biryar neda û neçû Kobanê. Heger bi hestên netewî tevbigeriyan wê di destpêkê de ew kom biçûya Kobanê.

Gerîla ji roja destpêkê de ji xwere li eniyên rizgarkirî bi ewle digeriya. Di destpêkê de  derbasî Lubnanê bûn. Hatin û  li kampên Filîstîn bicîh bûn. Li van kampan hem perwerdehiya leşkerî ya gerîlatiyê didîtîn û di heman demê de, li dijî erîşên Îsraîlê, li kêleka rêxistinên Filîstinî şer dikirin.

Di sala 1982an de şerê Filîstîn û Îsraîl bi dawî bû.Gerîlayên Fîlîstîn li gor peymanê dibûya ku Lubnanê terk bikirina. Gerîlayên PKKî jî ew roj bi wan re Lubnan terk kirin û derbasî Sûriyê bûn. Li vêder piştî xebatên dem dirêj. Û dema ku lehengî û fedekariya şervanên PKKê dîtin, piştî şer soza kampek-bargehek-wargehek danê PKKê.

Di bahara sala 1982an de gerîlayên kurdan ji bo azadiya Kurdistan, ji Kurdistan bi kîlometreyan dûr li navbera tixûbên Sûryê û Lubnanê, li geliyê Bekaa wargehek avakiribûn.

Di destpêkê de wek “Kampa Hîlwe” hat nasandin. Sal derbasbûn di medya de wek “Geliyê Bekaa” hat binavkirin.

Di destpêkê de wek kampek dihat nasandin. Di sala 1986an de di kongreya sêyemînde evder ewê wek ‘Akademî’ bihata binavkirin. Piştî 15ê Tebaxê jî navê wê der wek “Akademiya Mahsûm Korkmaz” derbasî nav rûpelên dîroka têkoşîna azadiya Kurdistan bû.

Di serî de Amerîka zext dida ser dewletên heremî ku ev akademî were girtin.Û wisa kirin, di sala 1992an de PKK ev akademî valakir.. Roj hat êdî gerîlla di pratîkê de perwerde dibû. Li welatbûn. Di nav gel de bûn.  Li nav welat ji xwere kamp avakiribûn..

Bi komploya navnetewî dema rêber Apo dîl hat girtin, ji bo PKK temamen were tunekirin ji her alî ve erîş dikirin. Erişên siyasî, leşkerî, dîplomatîk û îstixbaratî dane destpêkirin. Di demek waha de di sala 2000 de PKK û gerîla ji xwe re li aliyê Başûrê Kurdistan herêmek azad bidest xistin. Herêma Qendîl. Anjî herêma ku wek “heremên parastina Medya” tê binavkirin.

Çêyayê qendîl wek navenda vîna kurdên azad bû.Qendîl qîbleya hemû kurdan bû. Navenda hêvî û baweriya 50 milyon kurdî bû.  Dagirkeran dixwest ku vê kelheyê birûxînin û hêvî û bendewariya 50 mîlyon kurdî di carek de tune bikin.

Dest bi erîşan kirin, bi serneketin.

Kurdistan talan kirin, bi serneketin.

Komplo dane destpêkirin, bi serneketin.

Berevajiyê van yekan roj bi roj destketiyên kurdan zêde bûn. Dixwestin vê plana Îsmet Înonu ji nû de bixin meriyetê. Lê li pêşiya wan astengiyek mezin hebû; PKK.

Ji kurdan dixwestin bi PKK’ê têkiliyên xwe û piştgiriya xwe qût bikin. Nebû.

Ji bo pêşî girtinê, erişên dagirkeriyê da destpêkirin.

Li Bakûr bajar hatin ruxandin. Demografiya hin hereman hat guhertin. Piştî demek destdanîn ser hemû destketiyên kurdan. PKK neqediya..

Li Başûr dagirkeriyek taybet hebû. Li aliyek dixwest tevgera azadiya kurd tunebikin û li aliyek jî dixwestin sîstema Başûr tunebikin. Wan dîtibû û bûbûn şahid dema ku 2015’an de DAÎŞ erişî vê heremê kir, gerîlla li hewara wan çûbûn. Îroj wê bihêsanî negehîştina hedefên xwe ji bo wê diviya PKK were tunekirin. Û wiskirin erişî Başûrê Kurdistan kirin. PKK neqediya..

Li rojhilat ji bo kurd nebin xwedî statuyek, bi devleta Îranê re peyman li ser peymanan îmzedikirin. PKK neqediya..

Li rojava, sîstemek nû ya rêveberiyê hatibû avakirin. Ev xweseriya Demokratîk ku di bingehe wî de, ramanên Rêber Apo hebûn, li çar parçeyên Kurdistan û rojhilata navîn belav di bû. Ji rêveberiya rojava xwestin hemû motîvên PKK’ê werin paqijkirin. Nebû. Erîskirin. PKK neqediya..

Lê bi israr di hedefa wan de ‘Qendîl’ hebû. Bi salane parçeyek aboriya Tirkiyê ya mezin bi balefirên şer barandin ser xaka herêma Qendîl. Bi serneketin.

Sîxûrên xwe bicîh kirin bi serneketin.

Li dijî gelên sivîl komkujî pêkanîn bi serneketin.

Erişên bejayê pêkanîn lê darbe xarin û dîsa bi serneketin.

Dixwestin bi destê kurdan vê kelheya azadiya kurd birûxînin. Dîsa PDK hat bîra wan. Di sala 2019an de li Enqerê û li Hewlêr dihevdîtinan de PDK hat îknakirin. Dewleta Tirk dîsa dixwest li herêma Bradost bicîh bibe û bargehên nû avabike. Dest bi avakirina bargehên nû kirin.  Leşkerên Tirk anîn li wan deveran bicîh kirin. Her tişt dibin erêkirin û kontrola PDKê de pêkdihat. Lê evcar wê wisa hêsan nebûya. Li Şeladizê gel bertekên nerazîbûnê nîşan da û di warê leşkerî de jî gerîlla bersivda. Dewleta Tirk a dagirker, bi mehan hewlda lê biserneket.

Lê wan dîsa jî bi hemû hêza xwe êrîşên herêma Qendîl domandin. Bi sernediketin. Ji PDKê carek dinan alîkarî xwestin. PDK’ê dîsa qebûlkir û di adara 2020an de bicîhbûna li Zînî Wertê cardina kurdan êşandin.

PDK li Zînî Wertê dixwaze bingeha bicîhbûna artêşa tirk amadebike. Ev herem heremek stratejîke. Bi erîşên salan ku tu encamek negirtin, dixwazin ev car li vêderê biceribînin.

Ev erişên dewleta Tirk, ne li dijî gelê kurd bû. Bi tenê li dijî PKK’ê bû. Wan baş dizanibû ku bi tunekirina PKK’ê ancax digihîjin hedef  û wê plana xwe ya dîrokî.

Digotin ku kurd werin tunekirin jî, wê PKK  ji nû de kurdan zîndî bike. Dibe ku PKK were tunekirin. Bi vê hişmendiyê erişî PKK’ê dikirin.

Lê PKK’ ji bo kurdan êdî wekî heviyek bû. Ev hêvî, bi taybet, dema erişên dagirkeran destpêdikir derdiket holê. Êdî rihê yekitiya netewî, dibin sîwana PKKê de avabûbû. Tu hêzek nikaribû vê meşa dîrokî bide seknadin.

Cîhan jî têgihîştin ku dewleta Tirk ji bo qirkirina kurdan li dijî PKKê şer dayî destpêkirin. Cîhanê jî dît ku PKK heviya gelê kurde. Ji bo vê yekê jî daxwiyaniyên hevkariyê, li ser hev tên dayîn.

Îroj ji li Kurdistan ji her beşên civakê li dijî helwesta PDKê nerazîbûn henin. Daxwiyanî li ser daxwiyaniyan tên dayîn bangî PDKê tê kirin nebe sebebê şerek li dijî kurdan. Bang dikin û dibêjin PDK dive neyê leyîzk û siyaseta xapandina dewleta Tirk. Û dîsa bibîr dixin ku kurdên bi dijminê xwe re tevbigere wê di nav rûpelê dîrokê de wek kesên bêrûmet werin bibîranîn.Wê tu carî bisernekevin, wê kurdên bi rûmet wan bişînin ser sergoyê dîrokê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.