Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Medya Kurd û rojnamevaniya Kurd

01/05/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
HEFTEYA LEHENGIYÊ Û SADÎZMA FAŞÎZMA DEWŞIRME
Share on FacebookShare on Twitter

Medeni FERHO

Beriya çend rojan, 122 saliya rojnamevaniya Kurd bû, her kesî bi nêrîneke “optic” li pêşketinan nêrî. Ti kesî bal nekişand ser “sîper” şer û ezmûna 25 salan.
25 sal berê, MED TV dest bi weşanê kir. Ev sifir nokteya destanên rojnamevaniya Kurd e.
MED TV, li Belçîka, navçeya Vilvoordê, 15ê Hezîrana 1995an de, li avaniyek 3 katî dest bi weşanê kir, 23 Nisan 1999an de, li ser daxwaza dewleta Tirk hate girtin.
Destîniya bêqudoş ya sîstema capitalist, rojnamevaniya Kurd 105 sal in ji mişextiyê rizgar nebûye. Destê faşîzma dewşirme jî, her dem dirêjî navenda demokrasiya Ewropa bûye. Di bûyernameyên 25 salan de, dîmen-tayf’ê barbariya faşîzma dewşirme ne hatine guhertin.
Hemû çîrokên kurdan, serpêhatî û kiryarên kurdanjî devkî neî piştî 105 salan jî, rojnamegeriya Kurd ev mîrate ji holê ranekiriye. Vekirina MED TV, şikandina xelekên zincîra vê mîrata ezber bû. îro nifşê duyemîn dest bi rojnamevaniyê kiriye, nîr hatiye şikandin, lê tayên xaf ji hev ne hatine veçirîn.
Vekirina MED TV, mîlada rojnamevaniya kurd e û heta niha, artêşêk rojnamevanan canê xwe feda kirine.
Divê, salvagera rojnamevaniya kurd, tenê bi coşa mîstîk neyê pîroz kirin. Divê rêwîtiya rojnamevanên kurd, bi berhem be û di ragihandina bûyerên lehengiya destanî ya rojane de, tenê di nûçeyan de nemîne.
Hingî wateya jiyane û berhemdariya rojnamevaniya kurd, wê di wateya jiyanê de, bi formule, norm, biwêj û kodên xwe, were pêkanîn. Hingî nasnameya rojnamevaniya kurd jî, wê nemîne di serpêhatiyên devkî de.
Ramanekî rojnamevaniyê jî heye, ev raman, jiyanê abad dike. Ev jî dîrok e. Dîroka rojnamevaniya Kurd, artêşa rojnamevanên şehîd e. Ev hişmendî û hewngîriya rojnamevaniya Kurd, di fotografên bi dîwarên avaniyên medya Kurd ve daleqandî de maye. Divê ev destînî were guhertin û were zanîn ku nivîsandina dîroka rojnamevaniya kurd, di babetên pîşeyî de, wê cûreyên hunerê wêjayî jî pêşbixe.
Bêguman, rojnamevaniya kurd, etîkên rojnamevaniya cîhanê li ber çavan digire, hinek ji kodên medya cîhanê jî erê bike, lê ev nayê wateya ku ew ê dubarekirina çîrokên medya cîhanê bikin bingeha pîşeyê xwe û weke huner nîşan bidin. Ev mijulahî, mirov ji têgihiştina pêşketinên rojane dûr dike.
Medya cîhanê, bi çîroka berxik û gurê Jean Keen û gotina, “eger kûçik mirov gez bike nabe nûçe, eger mirov kûçik gez bike dibe nûçe” mijul e. Ev karê bazarê ye û têkiliya wê bi avakirina civakek têgihiştî û demokratîk re nine. Ev parastina, destekkirina recidansên 40-50 katî ye (cîhanek beton) û dîlgirtina komên xelkê ye, encam jî vîrûsa korona ye.
Dîrokzan, pêşerojan weke gencîne-xezîne û mîrateyek dewlemend ya mirovahiyê bi nav dikin. Lê rastî ne ev e. Dîrok, ji bo gelê Kurd û gelên bindest, xirbe ye, wêranî û xizanî ye. Zincîra bûyerên ji Mahabadê, heta bi Şêx Seîd, Şingalê, Efrîn û Zinê Wertê barbariyek û nokeriyekê nîşan dide.. Divê, di nûçe, nivîs û pirtûkan de ev dîroka barbar bikevê bin lêpirsîne. Di rewşek wiha de, ne teza “Jean Keen ya berxikê, ne vegotina dirrîna mirov ya kûçik” dikare bibe mînak.
Pêşniyaza rojnamevanên pêşverû yên li Tirkiyê ku “rojnamevaniya gel” derxistin pêş jî dikare bibe mînak, lê qels û lewaz dimîne.
Rojnamevanên Kurd, nikarin bibin şagirtên çîlekêşiya destîniya barbariyê. Li xopana Tirkiyê, mirov ji bo mafê stranên xwe bêjin, ji bo adîlane werin darizandin canê xwe didin, kuştina zaroka wek serketinê tê dîtin. Ya sosret mêjiyê Turk-î îslam yê red û înkarê ye û kuştina jiyanê ye, barbarî ye.
Bêguman em nikarin cîhanê bi giştî red bikin, lê em dikarin kilîdên rizgariya beden û giyanê xwe bişikînin. ABCe medya cîhanê, 3 Ç û 3 K (5 N, 1K) ye. Lê medya kurd û medya gel, vê alfabeyê têr nabînin, nûçegihaniya copy û papaganî-qalibî red dikin. Karekî wisa, nunertiye sîstema otorîter e, ji bo reyting û têkiliyan mirov bi mirov re ye. Civak nine!…
Îdeala civaka Kurd cûda ye. Li dora her bûyera li Kurdistanê, sir û razên veşartî, planên stratejîk hene. Lewma, her nûçe xwedî dîrokek e, buyer jî tevahiya civaka kurd alaqadar dike. Divê ev rastî bê dîtin, ji bo hişmendiya civaka şoreşger kar bê bikin. Ji bo vê jî, li gel pratîka rojane, nivîskariya di çarçoveya pîşeyî de jî bê kirin. Hingî wê bingeha rast ya pîşeyê medya kurd di aliyê biwêj, kod, norm û formulan de were avakirin.
Ji bo gelê Kurd, rastiya hişk ne rastî ye, têra fêhmkirina buyer û pêşketinan nake, eger zimanê diyalektîka serdemê neyê zemt kirin, rastiya buyer û pêşketinan eşkere nabe. Divê rojnamevanên Kurd, nîqaşan bikin, hem di karê pîşeyî de, hem di mijar û babetên cêda de, her dabaş wê bibe bingeha têgihiştin û avakirina zemînek nû ya têgihiştinê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.