Qasım ENGÎN
Kapîtalîzm bi îdeolojiya xwe ya liberal, her tim xwe azadîxwaz û yên dijberê xwe jî ji azadî dûr nîşan daye.
Lîbertê wateya xwe azadiye. Lîberalîzm jî qaşo îdeolojiya ku ji herkesî re azadî vaad dike. Di wê manê de qaşo lîberalîzm dûrî dewlet û her avahî desthilatdarî û saziyên wiha ne. Lê em jî dizanin ku îdeolojiya ku herî zêde dewlet kiriye yek dest, tekel heta kartel lîberalîzme. Û her wiha cihê ku yek destî, tekel û her avahî sermaya mezin heye, desthilatdarî û dewlet heye. ”Yekdestdariya dewletê di heman demê de yekdestdariya bazirganiyê ye.” Cihê ku desthilatdarî û dewlet jî hebe li wê derê de tucaran azadî nebûye û nabe jî! Ji ber ku dewlet serkutkirine. Stû xwar kirin û serî jê re tewandin e. Bi gotinek din bêdengkirin û perçiqandine her avahî sekna azad û bi vîn e.
Mînaka wê ya herî baş jî tiştên ku îro tên jîn e. Bi nexweşiya navê Corona hemû cîhana dewletger di carekê de bûn antî demokratîk û di serî de azadiya civak û mirovan asteng û sînordarkirin û hêna jî dikin. Taybet jî cihên ku rejîmên otorîter li ser hukimin ev rewşa hêna baştir xûya dike. Dewlet di wê manê de çiye herî baş em niha dibînin. Pêşxistina ewqas qedexeyan di bin navê ewlakarî û pê re jî erîşên dijî mafê kedkar û karkeran, bêdengkirina mirovan çi bi zorê û çi jî bi rêya tirsandinê, rastiya dewlet û rastiya kapîtalîzmê dide nîşandan.
Rastiya kapîtalîst û dewleta niha; ”Ji dizek û heramiyên serdema navîn û destpêkê cudahiya wan a bi tenê û girîng ew e ku bi giranî li bajaran rûdiniştin, bi otorîteya dewletê re ketibûn zikhev û wexta hewce bikira bi awayekî sernuxumandî û di dereceya duyemîn de serî li darê zorê didan.” Ji ber ku, ”di sîstema kapîtalîst de herî zêde yekdestdariya dewletê nêzî yek-destdariya kapîtalîst dibe ango yekdestdariya dewletê wek yek-destdariya kapîtalîst” lê tê. Ji ber ku; ”yekdestdariya bazirganiyê cara pêşî bi yekdestdariya dewletê re şirîkatî danîn û bi vî awayî bûn hêzeke nîv fermî. Desteserkarên şaristaniyê yên timî xwe di dehlîz û serê quncikan de vedişartin cara pêşî bûn ew giregirên rewa.”
Bi gotinek din; ”kapîtalîzm zêhniyeta xwe bi tevahî di borsa, polîtîka û şer de nîşan dide. Kapîtalîzm ji bo karê bike ti nirx û hisa mirovatiyê nîne ku binpê neke.”
Di rewşa ku giştî cîhana me ber tayê jiyana xwe ketiye lepek kapîtalîst di vê rewşa kambax de bi çi rêbazan dixwazin ji rewşê heyî feyde bibînin herkes dibîne. Dîsa di fersende ewil de çawa hewldidin ku giştî mirovahî di tariyê de bêhêlin jî tê dîtîne.
Mînakên herî baş, di niha de kesên dewletgerên wek; Trump, Orban, Putîn, Bolsonaro, Duterte, Johnson û Erdoxan û nevî çirkên wan. Qaso ev kes kapîtalîst in. Nirxên kapîtalîzmê diparêzin.
Lê çendî kapîtalîzm bi îdeolojiya xwe ya lîberal azadîxwaze em di avakirina hapsên mezin ê malan de dibînin. Di niha de hapsên malan yê hêna çawa werin fireh û kûrtir kirin ne diyare. Ev jî antî demokratîk û antî azadîxwaziya kapîtalîzmê dide nîşandan.
Bi gotinek din, ”Kapîtalîzm, dewlet û şaristaniyê weke dewleta netewe, ango her tim faşîzmê li ber derî digire û bi awayekî sîstematîk vê îfade dike.”
Çiqas ev rast e an jî ne rast e, em kerema xwe li derdora xwe xwe bimeyzînin û li gore wê helwesta azadîxwazî û tekoşerî bipêşxin.






