Zekî BEDRAN
Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibe. Çawa ku tê zanîn Rojhilata Navî di nava qeyraneke kûr de ye û di çarçoveya şerê 3. yê Cîhanê de di navenda geşedanan de ye. Bi taybetî jî li Sûriyê ciyê kûrbûna nakokiyan e. Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê di serî de DAIŞ, di têkoşîna li hemberî çeteyan de azad bûne. Lê li Sûriyê çareseriyeke dawiyê çênebûye. Bi dagîrkeriya Tirkan re rewş xerabtir bûye.
Gelê Kurd, Ereb, Asûr û gelên din di nava sîstemeke hevbeş de hebûna xwe didomînin. Modeleke ku ji Rojhilata Navî re bibe mînak hatiye avakirin. Ev modela nûnertiya gelên Rojhilata Navî dike hê bi destûreke bingehî neketiye binê parastinê. Weke din di serî de Tirkiye di hedefa rejimê û gelek hêzên din de ye. Tirkiye jixwe eşkere êrîş dike û herêmên dagîrkirî fireh dike. Rejim jî dixebite ku serokên eşîran ber bi sîstema xwe ve bikişîne. Li milekî sozan dide, li milekî jî gefan dixwe.
Herêmên xweseriyê di warê erdnîgarî de jî ji aliyên dijberan ve hatiye dorpêçkirin. Peymana Astana û Soçî û bi pêşengiya Rûsya, Îran û Tirkiye pêk hat bi tevayî bû platformeke li dijî rêveberiya xweser. Rêveberiya xweser ku ji sisiyê Sûriyê kontrol dike û hêza herî rêxistinkirî ye, li derveyî Cinêvê û platformên din tê hiştin.
Ev herêmên hatîn rizgarkirin di binê fef û tehdîdê de ne. Ji bo ku herêmên dagîrkirî pirtir bike, bi Rûsya re di nava danûstandinê de ye. Rûsya li hemberî vê helwest diyar nekiriye, yan jî derî negirtiye. Li aliyê din Tirkiye bênavber hêzên xwe dişîne Idlibê. Bi hezaran çete biçek kirine, birêxistin kirine û bi navê “Artêşa Neteweyî ya Sûriyê artêşeke cuda ava dike. Wê êrîşên ji aliyê Tirkiyê ve çêbin. Ji bo ku em xweşbîn bin ti sedem nînin. Dibe ku bê gotin bê destûra Emerîka û Rûsya Tirkiye nikare herêmên dagîrkirî fireh bike. Ev rast e. Hat dîtin ku hem li rojhilatê Firatê, hem li Rojavayê wê bi destûra van her du hêzan ev herêm dagîr kirine. Ti kes nikare bêje wê piştî niha rê nedinê.
Digel van rewşa hundir ya Tirkiyê jî derfetê dide Erdogan ku şer bike û êrîş bike. Erdogan di hundir de xetimiye. Bi riyên asayî nikare desthilatdariya xwe biparêze. Di hilbijartinên dawî yên şaredariyan de winda kir. Di serî de Stenbol şaredariyên mezin bi dest nexistin. Dengên wî zêde nabin. Tersê wê serberjêr dibin. Weke din qeyrana aborî kûr dibe. Bêkarî zêde dibe. Lê digel van tişta tê dîtin û tê zanîn wê Erdogan di polîtîkaya xwe ya êrîş û şer de dewam bike.
Di rewşeke wiha de divê rêveberiyên xweser xebata xwe ya rêxistinkirin bi piralî bidomînin. Ji bo ku paşroja Sûriyê reş nebe û destkeftiyên demokratîk ji holê ranebin divê giraniyê bidin berxwedan û rêxistinê. Bi taybetî kes û saziyên li herêmên azaad pêşengiyê dikin, divê di zanebûna erkên xwe de bin û li gorî wê tev bigerin. Çawa ku xeter mezin in, derfetên bidestxistinê jî mezin in. Mecbûr in di hedefa wan de serkeftin hebe. Ji bo vê jî divê di nava xebateke wisa de bin ku gelan tevan, baweriyan, koman hê pirtir himbêz bikin di çarçoveyeke wisa de planekê çêkin. Divê hêza şoreşê ya civakî bê birêxistinkirin.
Herêmên xweser li hemberî êrîşan ji bo parastina xwe divê amadekariya xwe ya leşkerî jî ihmal nekin. Ji bo ku hêzên leşkerî qabiliyeta wan zêde bibe, divê perwerde û disiplîna wan neyê ihmalkirin. Bi taybetî divê berê ciwanan bidin nava refên şoreşê. Weke din ji bo temamkirina vê divê xebata dîplomatîk jî bi awayekî bibandor bê meşandin. Herwisa ji bo temamkirina van tevan divê lingê şoreşê yê ragihandinê jî bê birêxistinkirin. Pir girîng e ku gel bê zanakirin, propagandayeke bibandor bê kirin û amûrên şerê psîkolojîk yê dijmin bê bêbandorkirin. Heta ku berxwedan û zanebûneke xwe dispêre hêza cewherî û guhertineke zêhnê neyê afirandin destkeftî nayên parastin. Bi hişmendiya kevin û bi fêrbûna ji sîstemê yekîneyên demokratîk nayên avakirin. Di serî de qada çandê divê her qad bibe qada şoreşê. Komplo û êrîş enceq bi van amadekariyan bên bêbandorkirin.






