Idrîs HENAN
Dema ku dualîteya sermaye-qezencê dibe hest û aqil, dil û mejiyê sîstemê û li pişt bircên bajaran bi avahî û sazî dibe, navê dewletê lê tê kirin. Dewlet jî bi xwe çawa ku jêdera pirsgirêkan e, di heman demê de nîşaneya îflasa şaristaniya modernîteya kapîtal e. Ev sîstemên ku di atmosfera dualîteya sermaye-qezencê de dizivirin, ger îxanetê li nirxan nekin nikarin şikil bigirin. Her çendî modernîte gelek ji xwe bawer be jî, lê naveroka rastiya xwe li ser bingeha deteyên seranser ên vedîtinên diyardeyî ava kiriye. Ji lew re xwe mîna xwediyê heqîqeta mutelq dide pênasekirin û sîstema xwe jî weke çîneke pêşketina bi mecbûrî ferz dike.
Ger em li rewşa îro binêrin, em têdigihêjin ku rastiyên rojane diqewimin van idiayên sîstemê derew derdixînin. Sîstem ji ber idiaya xwe ya heqîqeta mutleq nekariye rê li ber karasatên civakî û ekolojîk bigire. Berevajî; hewl dide xwe meşrû bike û têkîliya civak-hawîrdorê qut bike. Bobalatên îro jî bi ser mirovahiyê ve dibarin, sedem heman sîstema sermaye-qezencê ye ku di encama van êrişên li ser nirxan de, rê li ber pêşketina xwezayî girtiye. Ev jî bûye sedema gelek kirîzên îroyîn. Pirsgirêkên îro jî bi şiklê şikestinan derdikevin pêş. Lê ji ber tundiya kiryarên çewisandin, desteserî û têkbirina daneheva nirxên mirovatiyê, veguherîne şikestinên ku êdî rê li ber nayên girtin.
Em dikarin bi gotinek din vê yekê vebêjin; Ji ber xisleta sîstemê ya qurebûnê, heqîqet di çarçoveya hinek agahî û deteyên ku weke diyarde tivî kirine de sînordar kiriye. Wer fikiriye ku kilîtên pêşdeçûnên bê dawî di berîkên wî de ne. Ji lew re hewce nedîtiye ku bi encamên karasatwarî yên muhtemel qafê xwe jî mijûl bike. Ev şiklê hizirîna sîstemê bi demê re û bi kombûna kirîzên rojane re ku êdî zanista wî têrê nake li ser binixumîne, hevsengiya dualîteya sermaye-qezencê xira kiriye. Îro jî li hemberî vê bêterazîbûnê reaksyona xwezayê tundtir bûye.
Li beramberî qirêjiya sîstemê, suriştê berxwedan îlan kiriye û ev hevsengiya çelûxwar ku heya roja îro hatiye xira kiriye. Ji ber vê yekê em dibînin vîrûsek nola koronayê veguheriye bobalatekê ku zanistên seranser ên sîstemê nikarin rê li ber bigirin. Ji bo rewabûna xwe biparêzin jî hemû rêyên çareseriyên muhtemel ên li derveyî heyama sîstemê, digirin. Hewl didin vedîtina mirovî ya ku xwe dispêre pergala xweparastina cewherî ya xwezayê ji nû ve biçewisînin û di bin navê kişfên zanistên sîstemê de weke deteyekê tomar bikin. Bi vî rengî jî li hemberî xezeba xwezayê hewl didin meşrû`iyeta xwe îfade dikin.
Aliyê wê yê siyasî, civakî, çandî û aborî de jî texrîbata herî mezin rû daye. Skandalên ku pêkhateyên heman zindiyan tînin beramberî hev û din diafirîne û hewl dide cîlawekî dîtir li xwe bar bike û sîstema xwe nûjentir bike ku rê li ber têkçûna xwe ya misoger bigire. Rêdan, lihevkirin û itîfaqên êrişên rojane, çi li ser civakê û çi li ser ekolojiyê bin, asta kûrbûn kirîzê û nerewatiya vê sîstemê diyar dikin. Ji lew re, li hemberî dagerîna dualîteya sermaye-qezencê sirûşt û mirovatiyê hêrsa xwe nîşan dane û ketine mewziya berxwedanê. Nola ku Rêber APO gotiye: Wê xweza di dem û zemanekî guncaw de hêrs û berxwedana xwe li hemberî vê sîstemê ragihîne. Wê çaxê dê hêstirên mirovatiyê têrê nekin. Eceba hêstirên mirovatiyê têrê dikin ku rê li ber karastên îroyîn bigirin? Ger ne xezeba xwezayê be, tişta ku îro bi serê mirovatiyê de bariye çi ye gelo?






