Sîpan ŞÎNDA
Ezê ji we re di vê nivîsê de behsa serhatiyeke xwe ya di demeke nêzîk de ango îsal bi serê min hatî bikim. Îcar hûnê bibînin ka em Kurd ketine çi halî. Ji beriya midekê malbatekî dostê min ez vehewandim mêvandariyê. Ji xwendevanan zêde nakin, lê belê mazovaniya wan kirî hêjayî pesna ye. Malbatekî ewqasî qedirnas û dilovan in. Ji xeyrî min malbateke din ji wê şevê hatibûn serdana wan. Ew ji malbatekî Kurd û welatparêz bûn. Piştî xwarinê min û mêvanê din hinekî sohbet kir. Zarokên wan ji hebûn. Navê zarokan ji bi Kurdî bûn û gelekî xweş bûn. Sohbeta me ji vebî û herweha germ bû. Min jî mijar anî li ser girîngiya zimanê dayîkê û fêrkirina zimanî ya ji bo nifşên nû. Camêrê ku min pê re sohbet dikir ji bi serbilindî got min, mamoste, jixwe em zimanê xwe nîşanî zarokên xwe dikin. Em di wê hişmendiyê de ne. Keyfa min ji gelekî hatê. Sohbeta me domkir. Di wê navberê de zarokên wî hatin eywanê û ez ji bi keyf wan re Kurdî axivîm. Babê wan ji di wê navberê de çû destê xwe bişû. Min navê wan ji wan pirsî. Navê xwe ji min re gotin. Min xwest ez bi wan re biaxivim. Zarokan reş li min nêrîn û weke bêjin ev çi dibêje, şaş man. Careke din min gotinên xwe dubare kirin. Lê min dît ku zarok bi min re Ingilîzî axifîn û gotin em bi Kurdî nizanin. Ez ji bi Ingilîzî wan re axivîm. Min got hûn çawe Kurdî nizanin, vaye babê we dibêje zarokên min Kurdî dizanin. Lê wana dîsa gotin na em nizanin. Min ji got, ka nexwe hûn kîjan zimanan dizanin, ji kerema xwe re ji min re bêjin. Zarokan ji gotin em bi Ingilîzî û Tirkî dizanin. Ez di ciyê xwe de cemidîm! Min got zarokan hûn rast dibêjin? Gotin erê. Şaqisiya min da rûyê min. Min ji nû ve mesele fêmkir. Min bi zarokan re sohbeta xwe dewam kir heta ku babê wan hat. Ewî ji got me sohbeta we xweş diçe. Min ji got belê em ji xwe re bi “zimanê Ingilîzan” diaxivin. Camêrî ji nemerdî nekir û got ne tirkî ji dizanin tu dikarî bi wan re tirkî ji biaxivî. Min ji got belê zarokan ji min re gotin ku ew bi tirkî ji dizanin. Min ji mêrik pirsî; gelo qey hûn bi eslê xwe tirk in? Camêrî got na, em Kurd in. Min gotê te got ez “zimanê xwe” nîşanî zarokên xwe didim, lê va ye te tirkî nîşanî wan kiriye. Ewî jî got mane tirkî zimanê me ye! Ez jibinî cemidîm! Paşê ji me hineke din sohbet li ser vê şerma ku Kurd ketîne têde kir. Camêrî heq da min, bi ya xwe kir! Belê derûniya Kurd ketîne têde eve. Her çend bi polîtîk Kurd perwer û Kurdistan perwer in; lê di çandî û xwebûniyê de çi ruhê Kurdayetiyê bi wan re nema ye. Êdî em zimanê qatilê xwe weke zimanê xwe, çanda wan weke çanda xwe diparêzin, lê xwedî derdikevin. Ne eyb û ne fihêt!






