Medeni FERHO
Siyaset çi ye, yan jî polîtîke çi ye? Pirs yek e, lê bersiv du ne…
Parti ji bo siyasetê bikin tên avakirin. Her partî, bi distura “azadî zanebûn e” û “xwedî derketina li mîrateya gel” dest bi polîtîkê dike. Pêdiviya her partiyê bi zanista civakî û felsefê heye. Ji ber vê jî her partî, xwe wek “foruma çareseriya pirsgirêkan” dibîne, dixwazin civakek bi rûmet, têgihiştî, zana û bi îrade ava bikin.
Li çar parçeyên Kurdistanê jî partî hene û em dibînin ku, hin ji van partiyan, li gorî disturên ku me li jor destnîşan kirin siyaset-polîtîkê nakin.
Di van rojên ku vîrûsa korona dest daniye ser destîniya cîhanê û jiyana mirovahiyê felc kiriye, siyaset-polîtîka jî pûç kiriye; faşîzma dewşîrme, bi hemû hêza xwe û bi hêzên wek xeleka zincîrê girêdayî “organîze” êrîşan dike. Ji xwe totalîtarîzm jî ev e û wek xelekên zincîrê bi hevîdin ve girêdayî ne, makîneyek organîze ya suc e..
Balkêş e, Mussolînî ji bo totalîtarîzmê dibêje; “faşîzm, her tişt ji bo dewletê, li derî dewletê, ruhî û beşerî tiştek çênabe, nirx û bihayekî wê jî nîne, ji ber vê jî faşîst totalîter e”. Faşîzma dewşirme, ev sentez kiriye bingeha siyaseta xwe. Lê xelekên zincîrê organîze suc yên bi dewleta Tirkiyê re, ji nirxandina Mussolînî dur in. Ew tenê “evlad-ul ayal”in.
Çend sal in, em çavderiyê dikin ku, xelekên zincîra totalîterîzmaa Tirkiyê, yek çete ne, ya din jî PDK, piştre YNK ne. Çete li derî nirxandina Mussolînî ne, li PDKe û YNKe, partiyên siyasî ne, di nava federasyona Iraqê de xwedî statu ne. Statu tê wateya rêveberî, parlamento, burokrasî û hêzên çekdarî. Çete sergerde ne, lê PDKe û YNKe, eger îddîa dikin partiyên siyasî yên Kurdan e, nikarin bi vî rengî tevbigerin.
Bi taybetî PDK, wek cemaetek siyasî tevdigere. Benjamin Barber jî dibêje, siyaseta cemaetê, her dem bûye maşika destê hêzên dagirker. PDKe jî, mixabin, ji normên ku me li jor detsnîşan kirin e dûr e, ji siyasetê bêhtir, gel kiriye amurê karanîna berjeweniyan.
Gelo siyaset-polîtîka çiye?
Siyaset, gotinek erebî ye, ji gotina “seyîs”, hatiye çêkirin. Seyîs kesên li hespan dinêrin e. Tê wateya, timar kirinê, perwedekirin, rêvebirin, bi terbiye mezinkirin e. Intelijansiya Ereb jî ev gotin, di wateya hunerê rêveberî, bextewarî, perwerdehî û xwedî îradekirinê de bikar aniye. Her cure nivîsên li ser siyasetê jî, bi navê “siyastenamê” weşandine.
Polîtîke jî; ji gotina “polis-bajar-sîte” hatiye çêkirin û gotinek Yewnanî ye. Tê wateya rêvebeirya bajêr. Aristo, di pirtûka bi nave “Politik” de, bingeha siyasetê danî ye. Di jiyana modern de, êdî desthilatdarî bi desturnameyan rêveberiyê dikin, ji bo gelê bextewar, xwedî helwesta îradî û têgihiştî ava bikin kar dikin.
Mixabin li Başûr ev kar û siyaseta ji bo vî karî nîne…
Bedewiyên çolîstanê ji seyistiyê, dewletên monarşîîk ava kirin, îradeyeke siyasî destnîşan kirin. Mixabin li Başûrê Kurdistanê, ne bikêrî seyistiyê hatin, ne jî hunerê rêveberiyek modern nîşan dan, ne jî parastina statuya xwe ya siyasî kirin.
Niha jî, li hemberî Gerillayên ku di dema êrîşa çeteyên DAIŞê de çûne bi hawara wan nankoriyê dikin. NIha bûne xeleka zincîra totalîterîzma dewşirmeyên Turk-î Îslam û tevlî organize suc bûne. Di nava bêhanegiyek mixabinî de, ji Başûr, Bakur û Rojava dirêjî Libya bûn.
Niha jî PDKe, li Zinî Wertê û li Mexmurê, tevlî sucên organize yên faşîzma dewşirme bûye. Ne bi destê wan jî be, erênî û saloxadanên wan, Gerilla, niştecihên herêmê û welatparêzên penaber yên li Merxmurê hatin şehîd kirin. PDKe, bi dorpêça li Mexmurê jî bû kujerê zarokên di pêçêkê de.
Faşîzma dewşirmê nivîsa Kurdî qedexe kiribe jî, gelê Kurd, dîrok û xiyanetê ji bîr nakin, mînaka wê jî strana Mîrê Zirav e û hwd. ne!…
Divê gelê Başûrê Kurdistanê, rastiyê bibîne, ku PDKe û YNKe nikarin nunertiya gel bikin û xaka Başûrê Kurdistanê ji dagirkeran biparêzin. Divê Gelê Başûr, weke salên 1975an, dîse li Zinî Wertê, raperînê bide destpêkirin, çawa rejîma Baasê qewirandin, hêzên dewşirmeyên faşîst ji herêmê biqewirînin û xeleka zincîra organize suc, ya PDK û YNKê jî parçe bikin.






