QASIM ENGÎN
Malûm e di milekê de belaya cîhanê Korona di milê din de jî Korona me Kurdan ango Dewleta Tirk bi serokkomar û cêwiyê xwe yê dîn û har.
Giştî cîhan xwe tecrît ango îzole dike. Û wisa dixuye ku ev rewş wê hê demeke din jî devam bike.
Bêguman e ku di rewşên wiha xeternak de encex mirov dikarin bi hevkariyê, bi parevekirinê, bi hevdûgirtinê ango bi alikariye bêhesab bi hevre derbas bikin. Rastî jî cihê kefxweşiye ku çi gelê me çi jî rêxistinên gelê me vê bi xûrtî û bi coşek mezin dimeşînin. Hîç gumanek nîne ku ev rewşa serbilindî bi xûrtî jî yê were domandin.
Mijareke din a girîng jî ew e ku ji ber nexweşiya bêyom bi mîlyonan mirovên me neçar in ku di malên xwe de bimînin. Ji ber ku em nikarin derkevin derve hê zêdetir wextê me heye ku em li ser hinek kêm û kurtiyên xwe yên ku bi salan me taloq kirine bisekinin.
Di dîroka Kurdan de mijara ku dijminên Kurdan her tim hedef kirine xebatên wan ê mêjî û rewşenbîrî bûye. Ji bona wê jî ger were pirsîn, gelo pirsgirêka Kurdan a sereke çi ye, bersiva ku hîç bêdudilî were dayîn wê bibe zîhniyet ango hişmendî. Mijara ku Kurd herî zêde hatine felçkirine hişmendiye. Ji ber ku kîjan serdest û dagirker li ser vê axê derbas bûye, ewil hişmendiya Kurdan ji xwe re kiriye armanç.
Hê beriya 2572 salan serdestên Farisan erîşek gelek mezin birine ser Muxên Zerdeşt ango Mêjiyên Zerdeşt yên ku ji bo Kurdan rêvebertî, rewşenbîrtî û peşengtiya oldarî kirine. Hê di wan salan de tam 70 hezar Mux di rojekê de hatibûn katlkirin. Bi gotinek din bi vê erîşê Kurdên ku heta wê rojê yê xwe bûn, di demek şûn de bûbûn yê dijminên xwe. Kurdên ku heta wê rojê di hemû xebatan de ê xwebûn bibûn leşkerên nemir ê Darîus. Û dîroka pê wê jî heta îro tê zanîn e. em hîç behsa dibistanên aşîran ên Osmaniyan nekin. Em qedexeyan Tirkan û hêzên dîtir yên mêtinger jî nekin. Hemûyan ewil li mêjiyê Kurdan dane.
Ji bo ev rewş were derbaskirin Rêber Apo herî zêde mijara perwerdeyê da pêş. Di dema xwe de Lenîn gotibû; rêxistin, rêxistin, rêxistin. Lê Rêber Apo jî diêje; perwerde, perwerde, perwerde. Ji ber vê jî di notên xwe yên Îmralî de nakokiya di navberê hevalên xwe û xwe de mijara; hişmendî û îrade bi lêvkirîbû. Ev rexne jibo kesên ku her sal perwerde dibînin hatibû gotin.
Eger em careke din werin Vîrûsa Corona. Bi sed hezaran heta bi mîlyonan Kurd di malên xwe de ne. Vê rewşê pêwîste ku her Kurdek ji bo ku bikaribe têkoşîna xwe hêna xûrtir bimeşîne, binirxîne. Kêm û kurtiyên me yên hişmendî yên ku bi salan me taloqkirine em dikarin bi vê bonê derbas bikin. Di malên xwe de li ser esasa ku em xwe bi hişmendiya Rêber Apo bi nûve avabikin, çi bi komî çi jî bi takekesî pêwîste ku em xwe perwerde bikin. Parêznameyên Rêber Apo jibo vê rewşa kambax tam dermanin. Bi xwendin û guftogoyên ku li ser werin meşandin, em dikarin bi nûve xwe biafrînin.
Em dizanin ku tevahî dahûrandin û parêznameyên Rêber Apo ji bo avakirina kesatiyek serbixwe û azad in. Tevahî dahûrandinên xwe jî dijî sekna koletî û stûxwariyê ne.
Bi heviya ku, em xwe ji bo sekna azad û serbixwe bi gêhiştina hişmendiyek û vînek bi xûrt xwe perwerde bikin.






