Zekî BEDRAN
Dewlet-netewe dijwariyeke pir xerab ya desthilatdariyê derdixe holê. Desthilatdar dixwazin civakê tevê bixin nava pencên xwe û hikum li jiyanê tevbê bikin. Dewlet amûreke desthilatdariyê ye. Di rengên dewletên din de jî desthilatdarî û serdestî hebûnên girîng in. Lê dewlet-netewe di asta herî jor de vê dike. Bi taybetî rejimên faşîst, otorîter û despotîk dixebitin ku civak nikaribin nefesê bistînin. Almanyaya Hîtler, Iraqa Seddam û Tirkiyeya Erdogan mînakên van yên herî berbiçav in.
Dema em werin ser Sûriyê emê bibînin ku rewş ne cudatir e. Tê zanîn ku dewlet bûye tevneke istixbaratê. Saziya dewletê ya herî bibandor istixbarat e. Destûra tevgerên demokratîk nade. Nahêle sazî û partî bibandor bibin. Di qanûnan de çiqas mafê avakirina partiyan hebe jî di pratîkê de nikarin vî mafî bi kar bînin. Partiyên tên avakirin jî tev şeklî ne. Li ti welatên demokratîk partiyek, yan serokdewletek nikare ji sedî not yan not û pêncê dengan bistîne. Civakeke wisa yekkere û tercîheke siyasî nabe. Enceq li deverên partiyên weke Beesê lê bin bibe. Eger em bala xwe bidinê li welatekî weke Tirkiyê, Erdogan digel ku bi partiyeke faşîst ya weke MHPê re itifaq kiriye, enceq ji sedî pênciyê dengan digire. Di ser de digel ku ragihandin tev xistiye destê xwe û derfetên dewletê tevan bi kar tîne. Zordestî, teror û rewşa şer her tim zindî dihêle. Welat di nava krîzê de digire. Digel vê nikare ji sedî heştê yan notê dengan bistîne. Lewre li Tirkiyê digel van kêşeyan û zordestyê ji salên 1950 pêve derbasî sîstemeke pirpartî bûye. Vê rewşê çandek afirandiye.
Sûriye ket nava şerekî pir giran. Beşeke girîng ya welat di binê dagîrkeriya Tirkan de ye. Weke din herêmên bi têkoşîna Kurdên li Sûriyê, Asûrî û Ereban ya ji DAIŞê hatîn paqijkirin hene. Li van herêman rêveberiyên xweser hatine avakirin û bi sîstema meclisan modela rêveberiyeke demokratîk tê ceribandin. Di rewşa heyî de li Sûriyê herêma herî demokratîk ev herêm e. Di heman demê de ji bo tevayiya Rojhilata Navî jî li beriyê nûnertiya mînakeke demokratîk dike. Diviya rêveberiya Şamê ji ber nexweşiya koronavîrûsê bi rêveberiyên vir û gelan re bernameyeke çalakiyan çêke. Lewre yên li van herêman dijîn jî welatiyên Sûriyê ne. Ka derfetên Şamê hene yan nînin ew ne girîng e. Ya girîng hişmendî û helwest e.
Pratîk û hişmendiya Şamê wiha ye: “Eger tu desthilatdariya min qebûl bikî ezê bi te re elaqedar bibim, eger qebûl nekî li hemberî te ti berpirsiyariya min nîne, çi were serê te karê min pê nîne.” Desthilatdarî di ser her nirxî re tê girtin. Hişmendiyeke evqas tûj û selahiyet kirîn navendî serdest e. Ji bo ku desthilatdariya xwe bide qebûlkirin xwe ji şer û dijwariyê dûr naxe. Ji bo ku stû bide xwarkirin û desthilatdariya xwe bide qebûlkirin, li keysê digere.
Li Idlibê ka wê kêşe çawa çareser bibe tam nayê zanîn. Dewleta Tir hêzeke mezin biriye wir. Dixwaze rêxistinên weke El-Nusra bide rewakirin û tevlî “Artêşa Sûrê ya Milî” bike. Li hemberî Şamê artêşeke alternatîf ava dikin. Heta niha El-Nusra ev proje qebûl nekiriye. Ji Libya heta Yemenê Tirkiye dixwaze li dewletên bipirsgirêk û lewaz bûyîn tevan hikum bike. Ixwaniyan birêxistin dike û di nava vî karî de weke hespê Truva bi kar tîne. Ji bo herêmê tevê Tirkiye bûye xetereke mezin. Ji bo rakirina vê xeterê divê gelên Sûriyê bi hêzên din yên Rojhilata Navî re di nava hevkariyê de be û yekîtiyên demokratîk ava bikin. Lêbelê di pratîkê de tişta dibe ne ew e. Şam jî di navê de dewletên din jî berî her tiştî bi hişmendiya desthilatdariya navenî nêzîkî gelan dibin.
Li şûna ku ji bo avakirina rejimên pir navendî yan jî girtina li ser piyan evqas kêferat bê kirin û derfet bên tinekirin, pêşiya demokrasiyê bê vekirin wê herkes rihet bibe û pirsgirk hêsantir çareser bibin. Rêveberiyên pir navendî karê derstilatdariyê hêsan nakin. Eger erk bên parvekirin, rêveberiyên herêman bên xurtkirin wê barê navendê sivik bibe û ev welat jî rihet bibin. Wê civak zindî bibe û hêz û afrîneriyê gelan derkeve meydanê. Çawa ku tê dîtin pirsgirêk di vir de ye. Rêvebriyên navendî ditirsin, dibêjin eger gel zana bibe û xwe birêxistin bike wê desthilatdarî ji destê me derkeve. Wê demê hişmendiya “Em zor û qedexeyan pirtir bikin û civakê biperçiqînin” xurt dibe. Lê ev hişmendî û rêveberî pirsgirêkan ji holê ranake û nikare heta qiyametê civakan di nava qalbên dixwaze de bigire. Eger bikariya bigire nediketin vê rewşê. Eger Tirkiyê bi inkar, imha û zordestiyê encam bi dest bixista wê kêşeya kurdî neketibûya rojeva wê.
Çawa ku tê dîtin çareseriya pirsgirêkan bi xurtkirina navenê û desthilatdariya yekdest nabe. Tersê wê van nakokiyan kûrtir û girantir dike. Çareserî di demokrasî û pêşxistina azadiyan re derbas dibe. Divê partî, rêxistin, rewşenbîr û kesên diperçiqin daxwaziyên xwe yên azadiyê xurt bikin û ji bo rêxistikirina civakeke demokratîk bikevin nava tevgerê. Gel û kesên diperçiqin, enceq di nava rêveberî û civakeke demokratîk bikarin hebûna xwe biparêzin û bi bawerî û nasnameyên xwe bijîn.






