Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dîroka Nexweşiyên Vegir (Pandemic) 2

17/04/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Qalibên Civakî
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan ŞÎNDA

Dema mirov li dîroka van nexweşiyên vegir dinêre, mirov dibîne ka çi telefetên mezin di serê mirovahiyê de anîne. Mirov jinûve çavtirsandî dibe jiber van nexweşiyan. Di gelek demên cuda de mirovahiyê xwe li hemberî van nexweşiyan bêçare dîtiye û bi qedera xwe re tenê mane. Ka îcar qedera wan çi anîbe serê wan! Di navbera salên 1630-1936’ê de Nexweşiya Kulîlkê li gelek deverên cîhanê derketiye û gelek mirov ji ber vê nexweşiyê mirine. Di 1636’ê de Nexweşiya Webayê li Ingilîstanê derketiye. Di 1641-1644’ê de li Çînê Weba derdikeve û dibe sedemê hilweşandina Xanedana Ming. Di 1647-1652’ê de li Spanya Weba Sewîlla derketiye û bi deh hezaran kes kuştine. Di 1655-1656’ê de Weba Londonê derketiye û sed hezar ango %15 şêniPartiyên Kurd ên Rojavayên Londonê qirkiriye. Li Vîyana yê di 1679’ê de webayê 76 hezar kes li vî bajarî kuştine. Di 1738’ê li Balkanan jiber weba yê 50 hezar kes mirine. Di 1770-1972’ê de li Rûsya 50 hezar kes jiber webayê mirine. Di 1793’ê de li Emrîka li bajarê Phildalphia di nava 3 heyîvan 5 hezar kes jiber nexeşiya Zereg ê mirine. Di salên 1817-1824’ê de li Asya û Ewropa jiber Nexweşiya Kolêra yê 100 hezar kes mirine. Dîsa jiber Kolêra ya di 1829’e de destpê kirî de di nava çend salan de li Ewropa, Asya û Emerîka Bakûr 100 hezar kes dimirin. Di 1847’ê de li Kanada yê nexweşiya Tîfûsê derdikeve û ji 20 hezaran zêdetir mirov pê dimirin. Di salên 1852-1860’ê de li Rûsya dîsa Nexweşiya Kolêra derdikeve û felaketekî mezin di serê Rûsya de tîne. Di vê pêla Kolerayê de ji milyonekê zêdetir mirov dimirin. Di 1875’ê de li Fîjî jiber nexweşiya Sorikê 40 hezar kes dimirin. Di salên 1889-1890’ê de jiber nexweşiya Grîpê milyonek mirov di dinyayê de dimirin. Di nava salên 1899-1923’ê de zêdetir ji 800 hezar kesî jiber Nexweşiya Kolêra li Asya, Ewropa û Afrîka dimirin. Di nava salên 1918-1920’ê de li dinyayê de jiber Grîpa Spanya 75 milyon mirov dimirin. Di salên 1957-1958’ê de li dinyayê de jiber Grîba Asyayê 2 milyon kes dimirin. Di salên 1968-1969’ê de jiber nexweşiya Grîba Hong Kongê di dinê de milyonek insan dimirin. Ji 1960’ê hetanî roja me jiber nexweşiya AIDS/HIV’ê 30 milyon kes mirine. Di salên 2008-2009’ê de ji ber nexweşiya Kolêra yê li Zîmbabê ji 4 hezaran zêdetir mirov mirine. Di 2014’ê de li Hîspanyola ji 8500 kesî zêdetir jiber Kolêra yê mirine. Di nava salên 2013-2016’ê de li Rojavayê Efrîka yê jiber nexweşiya Ebola yê 11.300 kes mirine. Hetanî îro jiber Covîd 19, 150 hezar kes mirine û ji 2 milyonan zêdetir kes bi vê nexweşiya giran ketine.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.