Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şerê ‘bekayê’ wijdan û exlak nas nake

17/04/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
15’ê sibatê li dijî bîr û vîna Kurd e
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Cîhan hemû di şerê li dijî vîrusa koronayê de ye, Erdogan di şerê parastina bekaya desthilatdariya xwe de ye.

 Ji sersala 2020’an vir ve yekane rojeva cîhanê bobelata koronayê ye. Yekane xema cîhanê şerê li dijî vîrusa koronayê ye. Lê ev ji bo hikûmeta AKP’ê û Reîsê wê ne derbasdar e. Ew di dijminahiya xwe ya li dijî kurd de pîvan nas nakin. Yekane rojeva wan dijminahiya civaka kurd e, yekane xema wan di her şert û mercî de bênefeshiştina civaka kurd e. Cîhan hemû serûbino bibe jî ev rojeva wan a sedan salan tu caran naguhere.

Di pêvajoya ku hemû desthilatdariyên cîhanê li ser bergiriyên koronayê dixebitin û di tatêla parastina tenduristiya civakên xwe de ne desthilatdariya Rêîs di 23’ê adarê de 8 şaredariyên kurdan xesp kirin. Ji bo ku kes xespkirina wan nebihîze ajansa dewletê jî di nav de çapemeniya hewzê di roja ewil de der barê xespkirina şaredariyan de yek nûçe çênekir.

Di vê pêvajoya dijwar de desthilatdariya Reîs tenê ne li Bakur, li çar hêlên Kurdisatanê, li Idlib û li Lîbyayê şerê xwe yê bêpîvan, bêxlaq û bêadalet bênavber berdewam dike. Ji qutkirina ava vexwarinê bigirin, revandin û qetilkirina sivîlan, guhertina demografiya Rojava, topbarana gundan,  bombardûmana balafiran, talan û wêrankerî bênavber berdewam dike.

Dijminahiya hikumeta Reîs a dijî kurd li ser siyasetmedarên kurd yên ku di girtîgehan de ne jî bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Piraniya dewletan ji ber bobelata Coronayê beyê cudakarî bikin nav girtiyan piraniya girtiyên zîndanan berdan û berdidin. Hikumeta Rêîs weke her carî dîsa keysperestiya xwe nîşan da û vaya jî ji bo xwe weke ‘lutfa xweda’ dît û daxwaza şîrîkê xwe Bahçelî û Cematên derûdorên xwe yên ku di dibistanên wan de destdirêjiya zarokan çêbûbû tîne cih. Hebûna Vîrusa Coronayê ji xwe re weke fersend bikar tîne û tenê ji bo alîgirên xe efû derdixe. Hemû çeteyên diz, xespkar, tiryakfiroş, qatil, tacîz û tecawuzkarên alîgirên xwe berdide lê siyasetmedarên kurdên ku bêsûc û bêguneh kirine zîndanê û muxalîfên ku ji ber yek peyameke medya civakî hatine girtin bi mirinê re rûbirû dihêle.

Li gorî hiqûqa hişmendiya Reîs muxalîfên ku li ber wî çong daneynin û tslîmê wî nebin hemû ‘terorîst’ in û mirinê heq dikin. Lê heke him kurd û him jî muxalîf be du caran terorîst e û du caran mirinê heq dike. Ji xwe di nîqaşên meclîsê yên di 10’ê nîsanê de dema ku di şexsê Îdrîs Balûken de rewşa sisyasetmedarên kurd hat rojevê, wekîlên AKP’ê di bêexlaqiya xwe de sînor û pîvan nasnekirin û bi dengeke bilind û bi awayeke zelal gotin bila ew “bimrin’. Wisa xwiya dike ku hikumeta Reîs bi berdana diz û çekelên alîgirên xwe ji bo girtina kurdên muxalîfên cih amade dike.

Wekî ku tê zanîn piştî ku li Idlibê Erdogan û çeteyên xwe derbên giran xwarin û ketin tengasiyê Erdogan bi revarev berê xwe dabû Moskovê. Di 5’ê adara 2020’an de û piştî civîna 5 saet û 40 dk’an di navbera dewleta tirk û Rûsayayê de peymaneke tenê ji 3 xalan pêk dihat hatibû destnîşankirin. Ji wan 3 xalên peymanê yek û ya herî girîng ‘rawestina hemû aktîvîteyên leşkerî’ bû. Lê hikûmeta Reîs wekî peymanên din ev peyman jî bin pê kir û pêvajoya agirbestê ji bo qehîmkirina dagirkeriya xwe wekî derfet bikar anî û tîne.

Li gorî rapora Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan  a Sûriyeyê (SOHR) ji roja destnîşankirina peymanê vir ve dewleta tirk ji 5 hezarî zêdetir wesayîtên zirxî, çek û cebilxaneya giran sewqê Idlibê kiriye. Hejmara baregehên xwe yên leşkerî ji 12’yan derxistiye 57’an. Hejmara leşkerên xwe yên li wê derê ne derxistiye nêzî 30 hezarî. Li gorî agahiyên herêmî ev hejmar gelek zêdetir e. Li gorî rapora SOHR’ê diyare ku dewleta tirk amadekariya şerekî mezin dike.

Ji ber bobelata koronayê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (YE) Antonio Guterres bangewaziya agirbestê ya mirovî kir lê Reîsê AKP’ê bi qasî serê derziyê helwesteke mirovî nîşan neda û şerê xwe yê li Rojava, li Idlib û Lîbyayê sist nekir. Bi helwesteke berevajî vê pêvajoya ku hemû cîhan ketiye tatêla çareseriya vîrusa koronayê ji xwe re wekî fersend dibîne û şerê xwe yê ji aqil dûr, bêwijdan û bêedalet de israr dike. Heke aqil û wijdan hebûna pêdivî bi bangewaziya sekreterê Netewên Yekbûyî jî tune bû.

Hemû cîhan dizane ku endamên MÎT’ê û fermandarên artêşa tirk li Sûriye û Libyayê ji çeteyan re fermandarî dikin. Şerê ku bi hevalbendiya çeteyan li Sûriye û Lîbyayê tê dayîn ne şerên ji bo berjewendiya civakên Tirkiyeyê ne, ne şerên parastina berjewendiyên dewletê ne. Ev şer di bin navê “ewlehiya neteweyî û bekaya dewletê” de şerên ewlehiya desthilatdarî û bekaya Reîs in. Lewre, li gel ku li Idlib û Lîbyayê dewleta tirk ber bi kûrahiya çiravê ve diçe jî dîsa ji bo bekaya desthilatdariya xwe û ji bo karibe siyaseta xwe ya bi gef û bi şantajan a li dijî dewletên din berdewam bike Reîsê AKP’ê dest ji parêzvaniya çeteyan bernade û dawî li dagirkeriya xwe nayne.

Di bin navê operasyonên xwe yên dagirkeriyê yên bi navê “mertalê aştiyê”, “korîdora aştiyê”, “çiqilê zeytûnê”, “mertalê Feratê” de talan, wêran û komkujiyên xwe bênavber berdewam dikin. Mixabin di ferhenga Reîs de navê şerê talan, wêran û dagirkeriyê bûye ‘aştî’. Ji ber şerên bekaya Rêîs aborî têk çûye, qeyrana aboriyê roj bi roj kûrtir dibe. Dema ku civak qala qeyrana aboriyê û qala xizaniya xwe bike Reîs hêrs dibe û dibêje ‘hûn dizanin fişekek çen lîra ye’. Civak di nav xizaniyê de difetise lê kes nizane lêçûnên van şerên bekaya Rêîs çiqas e, çawa û ji kîjan çavkaniyan tê fînansekirin. Di desthilatdariya yek kesî de hedê tu kesî nîne ku ji Rêîs bipirse. Kî bipirse ew dibe xayin, dibe sîxur, dibe maşika hêzen derve û hwd.

Her çiqas kes newêribe bipirse jî tirsa Reîs a der barê fêmkirina heqîqetê ya ji hêla gel ve roj bi roj mezin dibe. Tirsa Reîs a herî mezin ew e ku civakên Tirkiyeyê rojekê heqîqeta wan şerên bê wijdan û bê edalet ên ji bo bekaya desthilatdariyê tên dayin fêm bike. Ji ber wê tirsê ye ku 6 rojnamegerên agahiya mirina endamê MÎT’ê yê li Lîbyayê parve kirin hatin girtin û di zindanê de ne.

Lê vîrusa koronayê got ‘qral taziye’ û têkçûyîna aboriyê bi Rêîs da qebûlkirin û da vegotin. Hemû desthilatdariyên dewletan alîkariya civakên xwe kirin lê Rêîs ji bo sererastkirina aboriya xwe alîkarî ji civakê xwest. Ev lixwemikurhatina têkçûyina aboriyê bû. Lê diyar e ku êdî baweriya civakê pê nemaye û kes pere nade. Tenê bankayên dewletê û saziyên girêdayî wî û çend karsazên derdorên wî pere didin kampanyaya wî.

Hêvîdar im rojên lixwemikûrhatina siyasî jî ne dûr bin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.