Medeni FERHO
Em di destpêka klîmatên îdeolojiyeke nû de ne…
Ji aliyekî ve lîdertiya Emerîka ya cîhana kapîtalîst têk diçe, ji aliyê din ve yekîtiya demokrasiya lîberal, Ewropa diheje.
Vîrûsa korona, êrîşên kordîne (!) didomîne û maskeya siyaseta durû rakir, cîhan, mecbûrî maskeya parastina ji xwe kir. Piştî rakirina maskeya durûtiya siyasî, faşîzma dewşirme jî, ji alî ve eşkere bû.
Rojnamevan û nivîskarên Kurd, li ser faşîzma dewşirme, newî dîktatoriya Fuhrer- Reîs radiwestin.
Kampanya “em têra xwe dikin”, ya parsekiya 10 lîreyên Tirkî, bi pêşengiya Reîs Erdogan jî, kiryarên partiyên faşîst yên Elmanya û Îtalya û slogana “em têra xwe dikin” ya destpêka Faşîzma Fuhrer û Dûçe, anî bîra her kesî.
Dîrokzanê Elmanî Jurkan Kocka, ji bo naziyan dibêje: “Faşîzm, ne li ser bingeha kapîtalîzma îro, li ser bingeha kevneşopiya feodalîteya bêyom bi ser ket û bû desthilatdar”. Edî eşkere bûye ku faşîzma dewşirme, li ser kevneşopiya Îttîhadiyên bêyom gihatiye îro.
Mixabin, îroniya lêkolîner û dîrokzanan, ligel hişmendiya neolîberal bû sedema ku heta îro faşîzma dewşirme, veşartî bimîne. Dîmîtrov jî, faşîzma her welatî cuda dinirxîne. Kesî jî, faşîzma dewşirme di çarçoveya Antolya û Kurdistanê de lêkolîn nekiriye. El heq, dîrokzan û lêkolînerên Tirk jî dewşirme ne, lêkolîner û dîrokzanên Kurd jî, piştî Hereketa Azadiya Kurd derketin holê, hû balix nebûne.
Di nava Kurdan de yek dîrokzan û yek lêkolînerê ku, rastiya dîrokî, faşîzm û dînazoriya sîstema kapîstalîst bi têrayî nivîsiye, eşkere kiriye Abdullah Ocalan e.
Di van rojên dawî de, faşîzma dewşirme, ji gelek aliyan ve di rojeva nivîskar û rojnamevanên Kurd de ye. Edî, mîna lêkolînên “holocaust”, li ser sîstema dewşirme, kesayet û îdeolojiya dewşirme radiwestin û didin xuyakirin ku mîna “faşîzma holocaust”, “faşîzma qirkirina Kurdan” heye.
Divê Kurd û Tirk, faşîzma dewşirme ji her alî ve lêkolîn bikin.
Ne Gramsci, ne Clara Zetkîn, faşîzma dewşirme dîtine. Thalheimer, faşîzm û bonapartîzmê nêzîkî hev dike. Ev nirxandin dikare ji bo faşîzma dewşirme bibê mînak, lê kêm dimîne. Daniel Guerin jî, faşîzmê wek amûrê rastmaliya mezin bi nav dike. Abdullah Ocalan, her du nirxandin girtine dest û gavekê wêdetir avêtiye, wek di romana Suç û Ceza ya Dostoyesvkî û di Weba John Paul Sartre
De tê dîtin, sîstemê û tahrîbatên dike, di aliyê felsefî, psîkolojî û pedegojîk de, bi kiryarên polîsiye, leşkerî û aborî dixemilîne û analîz dike.
Lewma, di aliyê pedagojîk de, wek mamostayekî ku bedena kesayeta Kurd ji “evîndariya kujerên xwe” paqij bike tevdigere.
Ocalan û Daniel Guerîn, ku faşîzm, bi armanca berterefkirina muxlafetê, komên çete, bi gotina D. Guerin “plebyen-çete-cerdevan” ava dike de, digihin hev. Ev kultura lîncê ye, êrîşkerên nijadperest, sergerdeyên kolanan mobilîze dike û êrîşan dike.
Eger lêkolînek ciddî bê kirin, wê were dîtin ku; îdeolojiya faşîzma dewşirme, doh bi kiryarên dehşetengîz Enwerîzm-Enwerland bû, îro jî bi kiryarên dehşetengîz Erdoganîzm-Erdoganland e.
Di dema qirkirina Ermenî Suryanî-Keldanî-Asuriyan de, Îttîhadiyên Selanîkî, komên çete, Çerkez, El Xemsîn, Taburên Kasaban, Çeteyên Neco û hwd. Ava kirin. Ev çete ji bo Fuhrer bûne mînak. Niha jî Reîs Erdogan, ligel çeteyên hançer, cerdevan, 37 komên çete avakirine. Ne tenê Kurd, gelê Libya, Srîlanka, ji ber çeteyên faşîzma dewşirme dikine hawar.
Nivîskarê Emerîkanî Daniel Goldhagen, di pûrtûka “Celladên Dilsoz Yên Hîtler” de, “holocaust”ê weke projeya gelê Elman bi nav dike. Dewşirmeyên ku dibin navê Turk-î Îslamê de, gelê Tirk jî din av de, “qirkirina gelan” dikin, xwedî projeyek wisa ne.
Di encamê de, vîrûsa korona, sîstema kapîtalîst, dewlet-netewe hejandine û ber bi klîmatên îdeoljiyên nû ve daf dane. Dibêjin, êdî cîhan wek berê namîne. Ev gotin “tobe Nesuh” e û dibe ku cîhan biguhere, lê qet û lilleh faşîzma dewşirme nayê guhertin, wê kirasekî li gorî demê qaz bike li xwe bike.
Faşîzma dewşirme, kevir e, kevir bê exlaq e, nikare karakterê xwe biguherîne. Cîhan li aliyekî ye, faşîzma dewşirme lê aliyekî ye.
Li hemberî bangên Neteweyên Yekbûyî, rayedarên cîhanê, zanist û akademîsyenên cîhanê, saziyên mafê mirovan, ku navên Tirkiyê dikirînin û banga berdana girtiyan dikin, banga rawestandina nîjadperestiya hişk, ya kotikwarî dikin, “celladên Erdogan”, di çarçoveya projeya startejîk ya tunekirina Kurdan de, êrîşên xwe didomînin.
Lê Fuhrer-Reîs Erdogan, kampanya “em têra xwe dikin” daye destpêkirin, komên xelkê û aboriya welat milîtarîze dike. Bi qanûna infazê jî, hiquqê dijimnatiya li dijî kurdan meşrû dike.
Hevalên Dostoyewskîç, ji sedema hassasiyet û hêrsa Dostoyevskî, navê “Agir Fedya” lê kiribûn. Lê Agir Fedya, di romanên xwe de, serdemên herî tarî, kiryarên bêaxlakî yên Rusya di romanên xwe de nivîsîne.
Divê nivîskarên Kurd jî bibin agir, weke ava li ser agir, bifûrin.






