QASIM ENGÎN
Malûm e Vîrûsa Korona pergala kapîtalîst serûbin kir. Derket holê ku ew pergala ku xwe bêhempa didît û heta xwe wek pergala Dawî ya Dîrokê bi nav kirîbû, hildeweşe.
DYA Împaratorê vê cîhanê û Ewropa jî vasalê xwe yê vê împaratoriyê bûn. Lê derket holê digel ku tevayiya cîhanê ji bo bikare zikê DYA û Ewropa têr bike kar dike, îro DYA û Ewropa dest û lîngên xwe bi hev re dialin. Li hemberî nexweşiyekê -çendî ev nexweşî wan bi zanabûn derxistiye hê ne diyar jî bibe- bêçare ne. Pergala ku qaşo Dawiya Dîrokê dianî îro li ber lêpirsînê ye. Cîhan li hemberî vê pergalê bêbawer dibin û li riyên din ji xwe re digerin.
Pir balkêş e ku, ev pergala bi navê kapîtalîst herî zêde ferdparêzî da pêş. Teşvîk dikir ku herkes xwe xelas bike. Heta kesên ku hewl dan hevkariyê, alîkariyê, parevekirinê pêş bixin wek ehmeq bi nav dikirin û teşhîra mirovên wisa dikir. Bi gotina bav û kalan; ”Dixwim nan û avê, min mineta kesî navê.” Bi gotineke din, ev pergala bêyom kesekî tenê xwe bi felsefa takekesî ango ferdparêzî pêş xist. Ev ferdparêzî ewqas pêş xistin ku, ji bo kesên wiha mirovayî ne tiştek e lê ew bi xwe bûn her tişt.
Di keleka vê de bi endustriyalîzmê ango pîşesazîtî ji bo ku bikaribin hinek dîtir pere qezenç bikin bi tevahiya jingeh ango derdor ma leîstin. Destverdana li ser DNA yên organizman kirin û bi genetîkên wan lîstin.
Di qada siyasî de jî netewperestiya ku xwe dispêre dewlet-neteweyan afirandin. Li navendekê de xwestin mîlyonan mirovan bi rê ve bibin. Hêza xwe bi xwe rêvebirinê, hêza prensîba têra xwekirinê, kuştin. Mirov bêhêz û bêçare hiştin.
Di encam de derket holê ku ev pergala ku xwe dispêrê tenê qezenca li ser şelandina mirovan, ferdparêziya ku tenê xwe difikre, dewlet-neteweya ku hineka esas digire û yên din dike obje, pîşêsazîtiya ku ekoloji ji bo berîka hênakan tijî bike hildewşîne cîhanek ku em êdî tê de nikarin bijîn afirandin.
Pir vekirî ye ku kapîtalîzmê îflas kiriye. Kapîtalîzm xwezeya xwe pêxirtengî ango bûhran e. Lê em dizanin ku kesên diz ango kapîtalîst di kûrayiya dîrokê de her tim di rewşên wiha de ji xwe re riyên nû ango tûpên oksîjenê ji bo bikarin li ser piyan bimînin peyda kirine.
Yek ji wan riyan her tim bi kesên weke Hîtler, Musolînî, Salazar, Franko, Pînochet û hwd ango Dîktatoran hêzên kapîtalîst berjewendiyên xwe parastine.
Riyeke din jî careke din destavêtine xapandina û mirovahî bi teknolojiyên nû di xew de hiştine.
Emê bibînin ka vê carê hêzên kapîtalîst ê di tûrikên xwe de bi kijan rêbaza cambazan kewroşkê derxin.
Kapîtalîst çi bikin bila bikin derket holê ku kapîtalîzma li ser qezenca şexs îflas kiriye. Bi pîşesazîtiyê bêyom cîhana me hildeweşîne. Bi netewperestî ango dewlet-netewe jî mirovayiyê ji hev dûr dixe, mirovan nexweş û bêxêr dike.
Bi gotineke din, êdî fikrandineke nû ya alternatîf pêwîst e. Ev alternatîf jî hîç guman nîne ku; civakeke demokratîk, ekolojik û bi azadîxwaziya jinê re mûmkin e.
Ango:
Bi civakeke demokratîk li ser esasê Konfederalîzma Demokratîk a ku bi rêbaza Xweseriya Demokratîk rê ve dike ku her reng, her netewe, her bawerî bi avayiyên piçûk bikarin bi hêşmendiya alîkarî, hevkarî, parevekirinê xwe bi rê ve bibin.
Bi pîşesazîtiya ku derdor diparêze û tenê bi prensîba pêdîviyên civakê kar dike.
Li ser azadîxwaziya jinê jî di nava mirovan de wekheviyê, edaletê pêş dixe û bi rêbaza Nomos ango aboriya malê ku têra herkesî bike jî bi rê ve dibe.
Riya xwe ji pergala bêyom xelaskirinê tam jî ev e!






