Zekî BEDRAN
Di ragihandina dinyayê tevê de rojeva sereke nexweşiya koronavîrûsê ye. Ev nexweşî çawa ku gefê li tenduristya mirovan dixwe, ji qada aborî heta qada rêveberiyê bandorê li her tiştî dike. Eşkere ye ku aboriya gelek welatan ketiye zorê. Welatên weke Tirkiyê ku tenduristiya mirovan ji wan re ne girîng e, ji bo girtina aboriyê li ser piyan, dikarin guhê xwe nedin tenduristiyê. Welatên weke Îranê yên ne demokratîk rastiyan nabêjin, dixebitin nexweşiyê veşêrin. Ji bo wê nexweşî bilez belav bû.
Rejimên otorîter yên weke Sûriyê jî di heman rewşê de ne. Di ser de Sûriyê şerekî giran û wêranî dît. Binesaziya wê hilwşiya. Di sîstema tenduristiyê de pirsgirêkên giran hene. Weke din welat bûye sê parçe. Beşa di binê dagîrkeriya Tirkiyê de jixwe dixwaze rêveberiya Sûriyê tine bibe. Ji ber wê derdekî wê ku bi Şamê re hevkariyê bike, yan tedbîrên hevbeş bigire nîne. Lêbelê rêveberiyên bakur û rojhilat yên Sûriyê dixwazin pirsgirêkên xwe bi Şamê re çareser bikin û ji diyalogê re vekirî ne. Ji ber wê li hemberî nexweşiya Koronavîrûsê dikariyan planeke hevbeş çêkin. Lêbelê rêveberiya Şamê xwe nêzîk nake. Hişmendiya wê ev e; eger ev herêm otorîteya min qebûl nakin, ne ji min in. Ango nabêje; yên li van herêman dijîn ew jî welatiyên min in, emê sibê pirsgirêkên xwe çareser bikin, tev de jiyana xwe bidomînin. Hişmendiya wê ev e; eger serdestiya min qebûl nakin bila bimirin. Çawa ku tê dîtin di vê hişmendiyê de mirov ne girîng in, desthilatdarî girîng e.
Gelên li bakur û rojhilatê Sûriyê xwediyên tecrûbeyên girîng in. Salên dirêj di binê nîrê rejima Be´esê de perçiqîn. Di nava pençên DAIŞ û El-Nusra de man. Di dawiyê de herêmên xwe rizgar kirin û gihatin asta ku xwe bixwe bi rê ve bibin. Digel zorî û tineyiyê bûn xwediyên rêveberiyeke hevkar û demokratîk. Ew bixwe biryarên xwe didin. Parastina xwe dikin. Eger xebata Şamê ya dijber û gef û dagîrkeriya Tirkiyê tinebin, wê ev herêm ji bo Rojhilata Navî bibe modeleke demokratîk ya pêşeng. Lêbelê her tim di hedefa gef û xebata dijber de ne.
Li hemberî vê nexweşiyê jî ruhê hevkariyê yê civakî pir balê dikişîne. Gelên bakur û rojhilatê Sûriyê ne bi darê zorê û qedexeyan li hemberî nexweşiyê têkoşînê dikin. Dizanin biryarên rêveberiyan girtîn ji bo wan in û girîng dibînin. Bi gelemperî biryar erênî tên dîtin. Lê di pêkanînê de pirsgirêk hene. Ji ber ku li vê herêmê nexweşî belav nebûye sistayî heye. Lê divê ev nebe sedema xefletê. Tişta ku vê nexweşiyê bixeter dike ew e ku bilez belav dibe. Ji ber wê berî derketina nexweşiyê divê tedbîr bên xurtkirin.
Herêmên xweser li Sûriyê herêmên herî demokratîk û ewle ne. Digel ambargo û dorpêçê sîstema perwerdeyê hat birêxistinkirin. Xizmetgûzarî bi awayekî tê kirin. Mirov dikare bêje ku vê rêveberiyê saxlembûna xwe nîşan da. Lê nahêlin rehet bibe. Her tim di binê tehdîd û tasfiyeyê de digirin. Lêbelê ka heta niha çawa xwe li ser piyan girtine, wê piştî niha jî bi disiplîneke xurttir û birêxstin bikarin li ser piyan bimînin. Hevkariya civakî heye, divê ev bê xurtkirin. Riya vê jî di di zanabûnê re derbas dibe. Bi taybetî divê jin, rewşenbîr, ciwan û yên pêşengî girtîn ser xwe, giraniya xwe bidin ser perwerde û zanakirina gel. Gelekî bidisiplîn û birêxistin her tim avantajên wî pirtir in. Heta ku civakekî şoreşger û demokratîk neyê afirandin destkeftiyên şoreşan nayên parastin. Dibe ku gelek di şer de bi ser bikeve, yan jî firsetên ji konjoktûrê derketîn bi kar bîne û serkeftinan bi dest bixe. Lêbelê destkeftiyên li ser bingehê civakê rûnenin mayînde nabin. Dibe ku bi rengekî rewş bê guhertin, nava destkeftiyan bê valakirin heta bibe dijberê xwe jî. Ev mijar nikarin sistayî û ihmalê qebûl bikin. Divê her tim şiyariyeke şoreşgerî û gera li rêxistinbûnê hebe.
Eger em bala xwe bidinê li Tirkiyê faşîstên weke Erdogan dixwazin krîzan ji bo desthilatdariya xwe bi kar bînin. Jixwe li Sûriyê li herêmên dagîr kirîn vê dikin. Agirbest û nexweşiyê ji bo xwe firset dibînin. Bi hezaran erebeyên tijî leşker û cebilxane şandin Idlibê. Li hundirê Tirkiyê jî şaredariyên ne ji wan dagîr kirin û dixwazin bêjin, ji bilê me ti alternatîfên desthilatdariyê nînin. Ji seranserê dinyayê ji bo girtiyan bangewazî hatin kirin. Gotin, ji bo tenduristiyê girtîgeh bixeter in, girtiyan berdin. Lê Erdogan tersê wê kir. Ev bangewazî kirin behane û dixebite qanûna ku berê nikariye derîne derxe. Û bi vê qanûnê dizan, mafya û sûcdarên din berde. Yên ku divê werin berdan; mûxalif û parêzvanên demokratiyê di hundir de bihêle da bimirin. Ji bo dîktatorên faşîst ya girîng desthilatdariya wan e. Ji bo ku li ser desthilatdariyê bimînin her rê ji bo wan rewa ye.
Gelên bakur û rojhilatê Sûriyê wê van rojên zor bi hevkariyê derbas bikin. Heta niha bû mînakeke baş. Piştî niha jî bi xurtkirina disiplîn û yekîtiyê wê serkeftinên mezintir bi dest bixin.






