Idrîs HENAN
Berê li Efrînê dema ku kesek ji kesekî aciz dibû yan jî dayîk ji zarokekî xwe bi hêrs dibû jê re digot: “Qiran bi te keto”. Carinan jî dema ku kesekî fêlbaziyek kiriba bi henekî jê re heman hevok dihat gotin. Dêmekî li gorî pozisyonê peyva “Qiran” hinek kesan ji xwe aciz dike û dixeyidîne û hinekan jî sermest dike ku qaşo karekî baş kirine.
Hinek kesên metiryalîst hewl didan li gorî ideolojiya xwe wate li peyvê bar bikin ku dilxwe li dijî ol û baweriyan e. Li gorî mezinan jî, ev idia vala ye û ji bo hinek qezencên siyasî tenê rêbazekî gloverkirina peyvan e.
Li gorî rûspî, zaneyên îtîmolojîk ên gelêrî û hinek ferhengên Kurdî, peyva “Qiran” ji qeyranê hatiye. Ango ji bobelatên ku ji encamên şer û pevçûnan diafirin hatiye. Yanê dema ku kesek ji kesekî re dibêje “Qiran bi te keto” dêmekî; qeyranên curbecur li te bibarin. Li gorî devokiya gelêrî dema mirov ji hinek encaman tengezar dibe ku derveyî vîna wî lê hatine tivîkirin, vê hevokê bi kar tine. Bi rêya wê jî aciziya xwe nîşan dide.
Îro jî tevahî cîhana mirovahiyê li ber gelek cureyên qeyranan e. Bi qeyranê re kêmtedbîrên rejîmên desthilatdar aliyê tendirustî, aborî û civakî ve riswa dibin. Ya girîngtir ew e ku maska sîstema global a hegemoniya navendî bi “Qiranê” re weşiya û nema dikare rûyê xwe yê kirêt bipeçine.
Ji xwe sîstemên han ku li serê mirovahiyê bûne belayek ji ya koronayê mezintir, jêdera hemû derd û êşên mirovahiyê ne. Ango bûne “Qirana” ku bi her liv û tevgerekê xwe nûjen dike ye. Îro jî azar û nexweşiyên mirovahiyê ji ber van sîsteman nexwezayî ne. Her çendî vîrûsa koronayê nola patozan li ber dexlê mirovan ketiye û bi rola giyankêşê firişte “Îzraîl” radibe, nayê wê manê ku korona afirandinekî xwezayî yan narvînek xwedayî ye. Berovajî vê yekê, encamek xwezayî ya serpêhatiya van sîstemên serdest e. Tişta ku vê yekê jî tekez û piştrast dike, rewşa helewela û şerpezebûna van sîsteman li hemberî vê qonaxa kirêtîk e.
Dema ku welatên fena Amerîka, Fransa, Almanya û …. Hwd tevî teknîk û zanista ku pê serê me kun kirine, nikaribin ji hemwelatiyên xwe re devpoşan dabîn bikin, gelo ev sed salin ger ne bi rojek wisa, hûn bi çi mijûl bibûn?. Dema ku kesek nola serokê Çînê derdikeve û serkeftina xwe li hemberî “Qirana” koronayê radigihîne û dibêje; wê berî korona û piştî koronayê neşibin hev, gelo di lêgerîna mirovatiyê ya rastî û heqîqetê de, ev tê çi wateyê?. Lê bersiva serokê Amerîka dema ku digot; pêwîste fabrîkayên endustiryalê ranewestin û ciwan teşwîqî çûyîna kar dikirin, mirov çawa dikare vebêje?. Ger ev sîstem bi xwe ne “Qiran” be, wê çaxê “Qiran” çi ye û bi kê ketiye?.
Otorîteyên jêderên qeyranê îro kirîza lêgerîna xwe ya ji qezenca hov re dijîn. Ta ku xwe jê biparêzin, berê xwe dane rêbazên sedsalên navîn û bi bedena mirovatiyê ketine. Li şûna mijûlbûna bi jiyan mirovan, bi derdê xwe û parastina desthilatdariyê ketine ku bi nirxên mirovahiyê û çandên resen, agirê di bin qoşxaneya “Qiranên” xwe de vêdixin. Hewl didin li ser kirinên xwe yên dermirovî û rûyê xwe yê hov bipeçinin û bi afirandina “Qiranan” têkçûna xwe ya exlaqî binixumînin. Ji lew re; li her derê “Qiranê” belav dikin û bi her kesî dixin. Îro jî mirovatî bi daneheva têgihaştina çandî, exlaq û polîtîk li hemberî van “Qiranên” sîstemên kedxwar li ber xwe dide. Bê guman wê piştî korona neşibe berî koronayê, lê sedî sed jî wê ne li gorî dilê van sîsteman be. Wê “Qiran” bi wan û sîstemên wan keve.






