Qasım ENGÎN
Malûm e, îro li seranserê cîhanê pandemîna Vîrûsa Korona mirovan dikuje. Vîrûsên bi vî awayî dem bi dem ji bo cîhanê tevê dibin belaya sere mirovayiyê. Lê ev bela ji bo demekê ye. Çendî kapîtalîzm bi mebesta xwe ya kar ango şelandina mirovan xwe fireh dike, ewqas bi nexweşiyên xwe dibe belaya serê mirovayiyê.
Kapîtalîzm ji bo bikare mirovayiyê tevê bişelînê û dest dayne ser keda wan çeka herî pêşketî netewperest; Dewlet-Netewe pêş xistine. ”Netewperestî ola qapîtalîzmê ye.”
Bi bêjeyeke din; Netewperestî ureke penceşêrî ye. Her tim asteng dike ku rih, mejî û beden baş bibin. Bi nexweşî dihêle. Kesên di hêla rih û mejî de nexweş be pir zahmete bi kesên din re bi awayekî tendûrist têkiliyê dayne. Çawa ewqas zahmet e kesên wisa li hemberê xwe jî bêbawer û bê tendûrist in.
”Nexweşiya civakbûyîn a bizivire hîsteriyê, bi pergala kapîtalîst a ber bi teşeya faşîst û dewleta totalîter ve hevre diçin. Encam, xwekuştina kapîtalîzmê ye. Şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn di vê wateyê de pergala ku netewperestî bi awayekî pir zêde hatî bikaranîn re ava bûye.” Xwekuştin bêguman tenê bi rêya şeran nebûye, kapîtalîzm pergela ku nexweşiyan bi xwe jî diafirîne. Bajarên bi mîlyonan nîştechih, leystina bi genetika organizma û guherîna wan, çekirina her awayî çekên kuştinê, leystina bi derrdor, kunkirina tebeqeya ozon û her wiha hemû nexweşiyên kapîtalîzm ne ku him me dikujîne him jî xwe bi xwe întîhar dike. Di encam de pergala ku nexweşiyên wek; AÎDS, şewba çûkan, şewba berazan, conagayên din û niha jî Vîrûsa Korona pêşxistiye û di pêşarojê de jî pêş bixe kapîtalîzm dibe.
Her çendî kapîtalîzm her tim pêşxistina nexweşiyên bêyom be jî, lê sîstema bi navê Senteza Îslama Tirk bi xwe nexweşiyeke di dile giştî Rojhilata Navarast de ye. Ya ku pergala bi navê faşîzmê ‘diyariya’ giştî cîhanê kirî ev îdeolojî ye. Fikra ku rê vekir ku Musolînî, -bi taybetî jî Hîtler- û tevahî dîktatorên faşîzan li seranserê cîhanê bibin belaya sere mirovayiyê jî careke din ev îdeolojiya bi navê Senteza Îslama Tirk bi Tirkperestiya xwe ya bi rengê; sor, reş û kesk e.
Heta niha bi nexweşiya Vîrûsa Korona nêzî 60 hezar mirovan canê xwe ji dest dan. Lê Vîrûsa Korona ya Senteza Tirk Îslam tenê di çend heyvan de mîlyonek nîv ermen qirkiribûn. Nêzî 400 hezar Sûryan-Keldan qelandibûn. Dîsa bi sedhezaran Yewnan, Çerkez, Ereb, Cihû, Pontusî û bi mîlyonan Kurd di dîrokên cuda cuda de sotin, koka wan qelandin.
Kurd bi Vîrûsa Korona bi rengê tirkperestiya bi navê Senteza Îslama Tirk li seranserê Kurdistan de mijûl in. Di giştî de dused sal -lê bi taybetî jî van sedsalên dawî de- bê navber tirkperestî wek Vîrûsa Korona erîşa Kurdan dike. Kurdan dikuje, warê wan çol dike, bi demografya wan dileyze, wan koç dike. Ev nexweşiya bêyom bi vê xwe têr nabîne; bi mîrasa wan a dîrokî dileyze, texrîb dike, di jêrzemînan de dişewîtîne, miriyan wan di pişt panzeran de kaş dike, keçên wan tazî dikin û bi onura wan dileyzin, bi gaza kîmyavî disojîne, her roj cihêkî din ya welatê me bomberan û dagir dike.
Bi kurtahî, Korona Vîrûsa tirkparêzî her roj Kurdan dikuje.
Vîrûsa Korona ya cîhanê demkî ye lê ya me Kurdan her roj e, him jî vê sedsala dawî bê navber bi nexweşiya xwe ya tirkperestî me jehrî dikin.
Ka cîhana ku ji bo Vîrûsa Korona tevdigere?






