Sîpan ŞÎNDA
Ez her tim dibêjim, aqilê Kurdan di çavê wan de ye. Lê îcar niha ji çavên wan jî derket û çû ket “xewnên” wan. Ji heyva Berfanbarê ve nexweşiya li Çînê derketî û belavî gerdûnê bûyî, îro cîhan hemû xistiye nava taya mirinê. Dinya hemû rabûye ser hilûpepana û lê digerin ku ka çareyekê ji vê nexweşiya vegir re nabînin. Her çenda zanist, tib, teknolojî ango mirovayî gelek pêş de çûye jî, lê belê mirovayî îro ketiye xetereke mezin. Sazî û dezgehên lêkolînên zanistî, tibbî, biyolojîk, kîmyevî dikin, îro karên xwe yên din dane aliyekî, şev û rojên xwe dikin yek û ketine nava lêkolînan. Hewl didin ka berî gavekê dermanekê ji vê nexweşiya hinde dijwar re nabînin. Vê nexweşiyê aborî û bazirganiya cîhanê serûbin kiriye. Feqîr û jar di malên wan de êxsîr kirine û nikarin biçin nanekî ji erz û eyalê xwe re bînin. Her çenda ji aliyê cîhanê û mirovayiyê ve rewş evqas jidil e çareserî hê nehatiye peydakirin. Lê ji aliyê Kurdan ve rewş hatiye çareskirin û dermanê vê nexweşiya hinde gerdûn êxsîr kirî, bi “xewnekê” peyda kirin. Jinikekê got min xewnek dîtiye û melayekî zir cahil jî derket xewna jinikê kir video û bi riya teknolojiyê di nava gel de belav kir. Mela di video ya xwe de dibêje “jineke nimêjker pêxember di xewna xwe de dîtiye û gotiye bila umeta min ava simaqê vexwe, wê wan ji vê nexweşiya Covîd-19 biparêze.” Piştî belavkirina vê vîdeoyê êdî Kurdan malên xwe tejî simaq kirin û kêlo ya simaqê ji sê-çar qatî zêde bû. Raste, ez ji dizanim faydeya simaqê heye. Ji bû birîn kewandinê (xwîn sekinandin) gelekî baş e. Ango antîoksîdan e. Hekîmên Kurmancî ew ji bû tayê û heraretê ji bi kar anîne. Herwiha li hemberî edabgirtina birînan jî bi kar anîne. Lê ev nexweşiya niha derketî, tişteke gelek cuda ye. Nexweşiyeke pirr cidî ye. Ji ber wê Saziya Tenduristiyê ya Cîhanê rewşa “pandemî” îlan kir. Ango got ev nexweşiyeke vegir e û dikare qira mirovan bîne. Ew melayê “zana” û aqilê xwe ji “xewnan” digire, rabû derket bi xewnekê derman dît! Serde jî dibêje, ‘pêxember gotiye ne misilman tenê, herwiha vî dermanî nîşanî xeyrî misilmanan ji bikin.’ Te mirovayî ji belayeke mezin xelas kir mela! Divê xelata Nobel’ê ya 2020’an bidin te! Ez çi bêjim, Xwedê aqilekê bide te mela! Ev çi dide nîşanî mirovan, tê xuyakirin ku hê cahil û nezan di nava me de zehf in. Asta têgihîştina me ya civakî, neteweyî û zanistî hê gelek kêm e. Her çenda her tişt li ber çavên me ye jî, em hê baweriya xwe ji zanistê pitir li xewnekê tînin. Heta mirov dikare bibêje ev kesên wiha vî karî bi awayekî sîstematîk û zanebûn dikin. Gelo heke hina ji ber vê gotinê tedbîrên xwe negirtin û ji ber vê nexweşiyê mirin, hingê wê çi bibe? Hingê qetlê wan kesan nakeve stûyê vî melayê li gorî xewnan rêberiya civakê dike? Pêşiyan gotiye “aqilê kurî ker li ser birî”. Ez jî dibêjim, aqilê melê wê me bibe gorê!






