Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê belavkirina gazê li welatiyan bi riya komînên taxan qedexe kir û diyar kir ku ji bo ku li pêşiya firûnan û komînan kombûn çênebe, wê nan bi riya aliyên jêbarwer bê belavkirin.
Endamên Şaneya Aloziyê hevserokê Meclise Rêveber a herêma Cizîrê Talet Yûnis û hevserokê Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê Menal Mihemed di nava taxên Qamişlo de geriyan û dîtin ku li pêşiya komînan kombûn çêdibe. Ji ber wê Rêveberiya Xweser a Demokraîtk a herêma Cizîrê ev biryar da.
Talet Yûnis da zanîn ku wê gaz li malên welatiyan yek bi yek, bê belavkirin û da xuyakirin ku wê Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê, bihayê gazê diyar bike. Herwiha bang li welatiyan kir ku biryarên Şaneya Aloziyê pêk bînin.
Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê 23`yê Adarê piştî ragihandina qedexeya derketina derve, biryara belavkirina gazê bi riya komînan da.
Divê welatî navên xwe li cem komînê qeyd bikin da gazê bi dest bixin.