Hêzên gerîla li herêma Bagokê ya Mêrdînê li dijî artêşa Tirk a dagîrker çalakiyek kirin. Di encamê de 5 endamên istixbarata leşkerî hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya gerîla ya li herêma Bagokê ya Mêrdînê ev daxuyanî da:
“Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me li qada Navsera Bagokê ya herêma Bagokê ya Mêrdînê li dijî artêşa TC a dagîrker û qereqoleke nû çêdikir, roja 3’yê Nîsanê saet 13:00 çalakiyek kirin.
Hêzên me ji cihekî nêz li kozik û wesaitên dijmin xistin û ji du baskan ve li wan reşandin. Hêzên me heta çûn ser wesaitên dijmin û dest danîn ser hin belge û dokûmanên di hundirê wesaitan de.
Di encama vê çalakiyê de 5 endamên istixbarata leşkerî hatin kuştin.
Piştî çalakiyê artêşa TC a dagşrker bi çekên giran li derdorê reşandin û leşkerên xwe yên mirî û birîndar êvarê bi wesaitên zirxî ji herêmê birin. Yekîneya me ya çalakî kirî bi rengekî serketî li baregeha xwe vegeriya.”