Derbarê 4’ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan Fermandariya Giştî ya YPJ’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Roja hebûnê, roja vejîn û kêliya binavkirina bûyîna mirovê azad, 4’ê Nîsanê rojbûna rêber Apo û salvegera 7an ya damezirandina artêşa me YPJ’ê li jinên azadîxwaz û li tevayiya mirovayiyê pîroz dikin. Herwiha em li gelên Bakûr-Rojhilatê Sûrî û gelên kevnare yên Rojhilata Navî pîroz dikin. Em di şexsê hevrêyên xwe şehîd Jînda Til Temir, Silava Efrîn, Warşîn, Rêvan, Arîn, Avesta, herwiha di şexsê fermandara YPJ’ê Şervîn de, tevayiya şehîdên Qereçoxê û di şexsê fermandar Zîn, Ronahî, Zeyneb û Amara de jî şehîdên Berxwedana Rûmetê bi minet û rêzdarî bîr tînin.
Bûyîna rêber Apo, ji bo jina Kurd, gelê Kurd û gelên mezopotamiya ji nû ve pênaseya civakîbûyîn, jiyan, nasname, çand û exlaqê ye. Rastiya rêber Apo, danhev û heqîqeta pêkhatî ya nirxên mirovayiyê ye. Li hemberî rêûresmên pergala serdest ya ku mêr temsîla wê dike, bîrdozî û felsefeya rêber Apo, ji bo hemdemiya gelan navê jiyaneke nû ye. Ev jiyana nû bi aqilê jinê, bi zanebûn, bawerî, cesaret, vîn, xwebûn û rêxistinkirina jinan ji nûve li ser xaka xwedawendan lê textê xwe danî, jîndar dibe. Va ye îro jî bi kelecan, moral, hest û ramanên jinên ji neteweyên cuda berê xwe dane nava refên YPJê û em salvegera 7an, ya avakirina xwe pêşwazî dikin.
Bi vê bîr û baweriyê em careke din roja vejînê, rojbûna rêber Apo, salvegera 7an ya avakirina YPJ’ê li jinan, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û mirovayiyê pîroz dikin. Di şexsê şehîdên Berxwedana Rûmetê û şehîdên Berxwedana Serdemê de şehîdên şoreşa gelan û azadiyê bîr tînin û soza me dayî şehîdên xwe, nû dikin.”