Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed piştrast kir ku hê kar û xebata dayîna avê ji bajarê Hesekê re dewam dike, herwiha zirara artêşa Tirk gihandî tora kehrebeyê ya bajarê Til Temirê jî hat serrastkirin.
Berî çend rojan artêşa Tirk û çeteyên wê xetên avê yên avê didin bajarê Hesekê topbaran. Di encamê de ev bû pênc car ku av ji ser bajêr qut dibe.
Tîma serrastkirinê û komîteyên taybet ên Şaredariya Gel ên bajarê Til Temirê dest bi serrastkirina xetên avê kirin da ji nû ve avê bidin bajêr.
Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed da zanîn ku berî çend rojan artêşa Tirk xeta sereke ya ava li stasyona Elok kir hedef. Ji ber wê av ji ser bajarê Hesekê û Til Temrê qut bû. Sozdar Ehmed sedema derengmayîna serrastkirina xetê diyar kir û got; “Kanalîzasyon mişt av bû û rojekê em bi valakirina avê mijûl bûn, paşê me cihê ji ber topbarana artêşa Tirk zirar gihîştiyê, dît.”
Sozdar diyar kir ku werşeyên kar 5 roj in dixebitin û wê karê xwe heta bidawîkirina beşa zirar dîtî bidomînin. Paşê li gorî sîstema dana avê, wê avê bidin bajarê Hesekê.
Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Til Temirê Xalid Mihemd Elo diyar kir ku werşeyên fenç yên Şirketa Giştî ya Kehrebeyê ya Hesekê torên kehrebeyê yên herêma Til Temirê bûyîn hedefa artêşa Tirk û çeteyên wê hatine, serrastkirin.