Medeni FERHO
Otorîteya şûr, piştî sedsala 16mîn, rastî nirxandin û rexnekirinan hat, ev destpêka hişmendiya modern û hiquqê gerdûnî ye.
Di dema Roma de, lêgerîna rastiyê hebû û Çîçero, BZ di sala 76an de, ji sedema zext û zora li ser gel, li dijî waliyê Sicilya doz vekir û ew sûcdar kir.
Piştî 3 hezar salî, Kurd hê jî, di binê otorîteya şûrê faşîzma dewşirme de ne û kesek nikare dengê xwe derxe. Kesên dengê xwe derdixin, yan bi aqûbeta Tahîr Elçî re, yan jî bi aqûbeta siyasetmedar, şaredar, rojnamevanên Kurd re rûbirû dimînin.
Qanûna Infazê, ji 70 xalan di Komîsyona Edalatê de hat erêkirin û wê di demeke kin de, li gorî daxwaziya Reîs Erdogan, li parlamenê jî werê qebûlkirin.
Li tevahiya cîhanê, qanûn li gorî ruhê serdemê û pêdiviyên komên xelkê tên amadekirin. Li Tirkiyê, qanûn, li gorî otorîteya dewletê, li ser bingeha inkar û tinekirinê tên amadekirin. Doh jî, îro jî ev hişmendî ne hatiye guhertin. Sedem jî, sîstema faşîzma dewşirme ye, ev jî nexweşiyeke psîkolojîk e û hatiye irsîkirin.
Chomsky, piştî gefa vîrûsa korona, Trump û Hîtler bi gotina “sosyopat” weke hev dinirxîne.
Berî niha jî gelek kesan, Erdogan û Hîtler weke hev nirxandin. Wekheviya Erdogan û Hitler, ji gotina sosyopat cuda ye. Mixabin lîderên desthilatdariyên Rojhilata Navîn, di radeya psîkopat de ne. Lîderekî ku di mala xwe de muxalifan bikuje, lîderekî ku hejmara kesên bi fermana wî û rêbazên derî exlakî tên kuştin, her roj li hemberî raya giştî bi hejmar bide, ne sosyopat, pîskopat in.
Mirovahiya ku îro di bin êrîşa “artêşa vîrûsa korona” de dûçarî “kotik” û “kûla kor” bûye, reîs Erdogan, hê jî bi kîna nexweşiya kronîk êrîşî gelê Kurd dike. Bi rojan e li Tirkiyê û cîhanê, mirov diqîrin, dikin hawar û dibêjin; “cihên herî metirsîniya vîrûsa korona girtîgeh in, deriyan vekin.” Hin dewletan jî, girtî berdan, lê Reîs Erdogan, hê jî li zirna xwe dide. Saziyên mafên mirovan û hiquq, kesayetên navdar, gotin, “qanûna înfazê, bila li gorî Destûrnamê, (xal 9) be, cihêkariyê neke, girtiyan tevan himbêz bike û pêşiya aştiyeke mayînde veke.” Lê desthilatdariya dewşirme, fîtikandina zirna Erdogan domand.
Kesek jî nikare, weke Çîçero, li dijî reîs Erdogan dozê jî veke. Ji ber ku, sîstema dewşirme di bin reistiya Erdogan de, ji sedema Roma jî paşverûtir e. Ev sîstem, ji “A” heta bi “Z” faşîst e, bi sîstema perwerdeyê jî, nifşên dewşirme û nexweş diafirîne. Dewşirmetî nexweşî ye, nexweşiyeke psîkolojîk e (ketî), îrsî ye û ti doktrîn jî nikarin dewşirmeyan ji vê nexweşiyê rizgar bikin.
Piştî Komara Tirkiyê hat avakirin, şefê neteweyî Ismet Inonu, di navbera salên ‘40, ‘46an de; bi navê “Şana Ismet”, parsekiya bi zorê kir. Îro jî Reîs Erdogan, parsekiya bi zorê dike. Nexweşiya potansiyal ya dewşirmeyan jî parsekiya Erdogan parastin.
Yek ji van kesan dewşirme Cuneyt Zapsu ye û di despêkê de, bi nameyeke vekirî, got, “ev parsekî “ne zor e”, “mîcbî” ye, “geşt e“ û daxwazî kir ku her kes alîkariyê bike. Ji bo vê parsekiyê destê xwe dirêjî Rusya û gelek welatên din jî kir.
Dewletên cîhanê tevan, deriyê arîkariya civakî vekirin û desteka maddî dan komên xelkê, li Tirkiyê dewletê daxwazî kir ku gel destekê bide. Komara Tirkiyê, ji bo dewşirmeyên li Anatolya hat avakirin, pişt re navê gelê Tirk li xwe kirin û dewleteke otorîter derxistin holê, gel jî, ji koletiyê re kirin nava “zapt û raptê”.
Sîstemek ku potansiyala otorîter ya evîndarê lincê be, gelo wê di qanûna înfazê de cihêkariyê neke? Encam jî eşkere bû, di qanûna ji 70 xalan, cihêkarî hatiye kirin. Dilên azadiyê, Kurd û muxalif li derî qanûnê hatin hiştin. Wek Ereb dibêjin; “vuslat” metirsiniya gihiştina Enwer Paşa ye!..
Qanûn, ji meşûriyeta gerdûnî dûr e. Hemberî ku girtî, li gorî meşrûiyeta sûc û ceza nehatine dadgehkirin, ceza jî di çarçoveya otorîteya siyasî û dijminatiyê de hatine dayîn, di qanûna infazê wekhevî ne hatiye parastin. Komîsyona Edaletê, rêbaza “felsefe qanûna bi formûlên matemetîkî dinirxîne” li ber çavan negirtine û li gorî fermana Reîs Erdogan hereket kirine, ev jî skandal e.
Imralî jî di nav de, dadgehên li Tirkiyê, newî “Dadgehên Îstîklalê” ne, bi taybetî dagehkirina li Imralî, li gorî daxwazî û fermanên Serfermandariya Artêşa Tirk hat kirin, meşrûiyeta wê nîne.
Di qanûna infazê de jî, girtî bi însafa dozgerên sondxwariyê dijminatiya gelan re hatine hiştin. Dozger, wê 6 mehan girtiyan bişopînin û biryara berdan û bernedanê bidin. Ev jî, meşrûkirina “kula kor-pandamî” ye. Wek kesekî ku gelek caran (li Belçîka jî) rastî sûcdariyên dozgerên komara Tirkiyê hatime, baş dizanim ku, biryarên dozgeriyên komarê, ne ji bo “tedbîrên ceza û ewlekariyê”ne, siyasî ne û di paşrojan de wê biryarên sosret jî bidin.
Gelê Kurd, li hemberî du gefên pandemî ye; yek vîrûsa feşîzma dewşirme ye, yek jî vîrûsa korona ye. Her du vîrûs jî, xwedî taybetmendiyên psîkopatî ne, cudatiya her du vîrûsan nav e, reng û cureyê wan jî, belavkirina nexweşiya bi “ta mirinê” ye. Weke Chomsky dibêje, “saetên qiyametê” nêzîk dikin.






