Yekşema yekê ji heyva Nîsanê cejna gelê Aşûr a Şanîn e. Gelê Aşûrî yê Kantona Hesekê li malên xwe cejna Şanîn Şemiya Şanîn pîroz kirin.
Virûsa Korona li cihanê belav bûye û gelek kes jî mirine. Li gorî bijîşkan heta niha ti derman jê re nehatine peydakirin. Rêvberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina gel biryara qedexkirina çûnhatinê da.
Gelê Aşûrî yê Kantona Hesekê ji ber nexweşiya Koronayê nimêja cejna Şanîn li malên xwe kirin.
Dayîka bi navê Madlên Ishaq ya Aşûrî hêvî got; “Hêviya me ew e ku nexweşî bi dawî bibe. Îro her malbat li mala xwe nimêja xwe dike û Cejna Şanîn pîroz dike. Berî vê nexweşiyê me nimêja xwe li dêrê dikir û me cejna xwe pîroz dikir. Lê ji ber vîrûsa Koronayê em li malên xwe dimînin û cejna xwe pîroz dikin.”
Madlên axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê her kes li mala xwe bimîne, da rê li ber vê nexweşiyê were girtin, xwe biparêze, malbat û civaka xwe jî biparêze.”