Ji îro û pêve wê li welatên rojavayê Ewropa germayiya hewayê bi ser 20 pileî bikeve. Gelo germayiya hewayê wê leza belavbûna vîrûsa koronayê kêm bike?
Tê payîn ku li gelek herêmên Elmanya, Fransa, Îtalya û Spanya germa hewayê bigihe 23 pileyî. Rewşa hewayê ya li van welatên Ewropayê ji nêz ve tê şopandin, ku di nava lepê vîrûsa koronayê de ne. Li gorî hin pisporan, bi germbûna hewayê re wê leza belavbûna nexweşiyê kêm bibe.
Zanyar hemfikir in ku germbûna hewayê ji bo tenduristiya mirovan baş e, ji bo vîrûsa koronayê jî nebaş e. Lê belê li ser bandora wê li vîrûsê nêrînên cuda hene. Li gorî encamên lêkolîna dawî ya Tevna Lêkolînên Zanistên Civakî (SSRN) a navenda wê li DYE’yê, vîrûsa koronayê ya bi navê “SARS-CoV-2” li herêmên ku germa wan ji 9 heta 10an e belav dibe.
Meteorolog Domînîk Jûng diyar kir ku partîkûlên ku vîrûsê belav dikin, di hewaya hêwî de bi hêsanî belav dibin, lê di hewaya ziwa de nikare heman tiştî bike. Jûng têkildarî rola rewşa hewayê ya li belavbûna nexweşiyê ji rojnameya Bîlê re axivî û pêşdîtineke wiha kir: “Bêguman tav wê pêşî li belavbûna vîrûsê bigire.”