Heyva Sor a Kurdî li Kampa Waşokanî gelek tedbîr girtin da pêşî li belavbûna vîrûsa koronayê bigire. Herwiha bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku destekê bidin desteya tenduristiyê û Heyva Sor a Kurdî da alav û dermanan peyda bike.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) gelek tedbîrên pêwîst girtin. Ji wan dibistan û saziyên fermî hatin girtin, herwiha biryara qedexeya çûnhatinê li herêman tevan hat girtin.
Heyva Sor a Kurdî bi hevkariya rêveberiyê kampa Waşokanî ya kantona Hesekê û Desteya Tenduristiyê gelek tedbîrên pêwîst girtin. Ji rêveberên Heyva Sor a Kurdî Cîhan Amir diyar kir ku navend û kolanên sereke yên kampê tev hatin dezenfektekirin.
Cîhan di axaftina xwe de wiha got: “Li kampê odeyeke gerok li pêşiya deriyê sereke yê kampê heye. Dema kesek derbas dibe pileya germa laşê wî ji aliyê pisporan ve tê girtin û serdanên kampê hatine sekinandin. Herwiha komên zanistî xebata xwe di nava kampê de didomînin da xetera vîrûsê û şêwazên xweparastinê ji welatiiyan re rave bikin.”
Di dawiyê de Cîhan Amir bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku destekê bidin desteya tenduristiyê û Heyva Sor a Kurdî da derman û alavan peyda bikin, herwiha bang li welatiyan kir ku li gorî karantînayê tev bigerin da xwe ji vîrûsê biparêzin.