Thursday, June 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêveberiya Xweser piştgirî da însiyatîfa MSD`ê

06/04/2020
in Uncategorized
A A
Rêveberiya Xweser piştgirî da însiyatîfa MSD`ê
Share on FacebookShare on Twitter

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bal kişand ser însiyatîfa MSD‘ê ya têkildarî girtî, kesên revandî û windayên li seranserê Sûriyê. Rêveberiyê diyar kir ku ji vê însiyatîfê re vekirî ye û amade ye bi tevayiya derfetên xwe bi ser bixe.

 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî însiyatîfa Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) avakirina komîteyekê da ku dosyaya kesên winda û revandî li seranserê Sûriyê bişopîne daxuyanî da.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku aloziya Sûriyê berdewam e û hê gelên wê êşê dikişînin. Ajandeyên derve berpirsên giranbûna vê aloziyê ne. Kesên rola wan di sînordarkirina vê aloziyê de heyî li pêşberî berpirsyariyên dîrokî û exlaqî ne.

Di berdewama daxuyaniyê de hat wiha hat gotin: “Ji ber vê aloziyê karesteke mirovî çêbû, yek ji wan jî koçberkirin, girtin, revandin û windabûna bi hezaran, ku heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Ev bandoreke mezin li jiyana bi hezaran malbat û zarokên kesên windayî dike.”

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de ev nirxandin kir: “Wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ketina ferqa pêwîstiya hevkariyê di navbera aliyên cuda de û diyar dikin ku tevayiya girtîgehên girêdayî Rêveberiya Xweser li pêşiya hemûyan ên ku  vê dosyayê dişopînin vekirî ne. Gelek aliyan di serî de Rêxistina Human Rights Watch û Xaça Sor a Neteweyên Yekbûyî serdana van cihan kirine. Tevayiya girtiyên li cem me terorîstên DAIŞ`ê ne û yên ku sûc kirine. Bi dehan raporên belgekirî di vî warî de hene.”

Her wiha Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji însiyatîfa Meclisa Sûriya Demokratîk re vekirî ne û piştgiriya wê dikin.

Rêveberiyê diyar kir ku însyatîf ji bo cihê qebûlkirin û teqdîrê ye û got emê bi kesên têkildarî vê însiyatîfê re hevkar bin da çaranûsa windayan li herêmên Rêveberiya Xweser eşkere bikin. Rêveberiyê bang li tevayiya aliyên têkildar kir ku di vê çarçoveyê de bi erênî hevkar bin.

 

Post Views: 31
ShareTweetPin

Herî Dawî

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.