Polîsên leşkerî yên Rûsyayê dewriyeyeke hevbeş a nû bi hêzên dewleta Tirk a dagîrker re li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê li rojavayê Kobanê pêk anî.
Di çarçoveya lihevkirina Soçî de ku di navbera serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de ku 22’yê Cotmeha sala borî pêk hatibû, polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên dewleta Tirk a dagîrker dewriyeyên hevbeş li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê li bakurê Sûriyê pêk tînin.
Roja Duşemê jî dewriyeyeke nû ya hevbeş a Rûsya û dewleta Tirk li rojavayê bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gundê Aşmê bi beşdariya 4 panzerên Rûsyayê û 4 panzerên dewleta Tirk dest pê kir.
Dewriye li gundê Aşmê, Çarqilî, Cebnê, Kataş, Ceb Ferec, Dirbazîn, Bênder, Qereh Kuyî, Qolî, Sosan, Siftek, Boban, Xorxorî, Dîkmetaş û Qeranê geriya.