Dr. Îhab El-Disûqî got; “Cîhan li hemberî aloziyeke aboriyê ye. Wê hêzên aborî yên welatên xwedî pergalên perwerde, tenduristî û lêkolînên zanistî bihêz bibin. Niha şerekî dijwar heye lê dijmin ne diyar e.”
Pisporê aboriyê yê misirî, mamoste û serokê beşa aboriyê ya Akademiya Sadat Dr. El-Disûqî di hevpeyvîneke bi ANHA re li ser vîrûsa Koronayê axivî.
El- Disûqî di destpêka axaftina xwe de got, “Cîhan di qonexek hesas a aborî re derbas dibe. Heta niha tişteke wiha çênebûye. Di tevayiya waran de, bi taybetş a tûrîzmê de asta hilberînê daketiye. Warê turîzm, hewavanî û veguhestina asmanî bi temamî rawestiyane.”
Dr. El-Disûqî diyar kir ku dirêjbûna krîza aborî li gorî dirêjbûna wextê vîrûsê ye û wiha axivî: “Li gorî ji IMF ( sindoqa diravan ya navneteweyî) derketiye, cîhan bi rastî di kesadeke aborî re derbas dibe. Ango asta firotin û hilberînê êdî lewaz bûye û her ku diçe dadikeve. Ev tê wateya ku asta xwestin û pêşkêşkirinê êdî nizim bûye. Ev jî ji ber ku gelek şirket, kargeh û tevgera kesan rawestiyane û tevgera pêwîstiyan di navbera welatan de sivik bûye.”
Dr. El- Disûqî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Şerek heye û dijmin ne diyar e. Dermanek jê re nîne. Amûrek li cem cîhanê nîne heta bikare li hember têbikoşe.”