Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed bang li civaka navneteweyî kir ku zorê bidin Tirkiyê ku êrîşên xwe yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed bangawaziya sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres silav kir. Antonio Guterres banga agirbestê li tevayiya herêmên binakok ên cîhanê kiribû.
QSD’ê jî ragihand ku wê li gorî bangawaziya NY tevbigere, lê artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê êrîşên xwe yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.
Piştî belavbûna Koronavîrûsê NY`yê bang li cîhanê tevê kir ku şeran rawestîne. Sekreterê giştî
Îlham Ehmed di destpêka axaftina xwe de got; “Bangawaziya agirbestê baş e. Lê agirbest bê dîtina çareseriyên guncew rê li pêşiya şerên nû vedike.”
Îlham bangawaziyên agirbestê weke ku têrê nakin hesibandin û got; “Bi agirbestê re divê hewldanên dîtina çareseriyên serkeftî hebin.”
Îlham Ehmed diyar kir ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) piştgiriya bangawaziya navneteweyî dike. Îlham encamên nebaş ên nakokiyan bîr xistin û wiha got: “Encamên şerên ku niha li cîhanê dibin li ser xweza û tebeqeya Ozonê bandorên nebaş dikin. Van şeran mirov telef kirin. Herwiha agirbestek li cîhanê wê roleke di xilasiya xweza û mirovayiyê de bilîze, wê vegerîne jiyana xwezayî û fersendekê bide mirovayiyê ku li xwe vegere.”
Di dewama gotinên xwe de Îlham Ehmed da xuyakirin ku QSD’ê di vî warî de piştî bangawaziyên NY`yê gavek avêt û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestandina tevayiya operasyonên leşkerî ragihand. Lê dewleta Tirk ranewestiya û êrîşên xwe yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta îro didomîne.”
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tirkiye ji tevayiya peyman, lihevkirin û bangawaziyên navneteweyî direve. Em bang li civaka navneteweyî, NY, Yekîtiya Ewropa, Emerîka û Rûsya dikin ku zorê bidin Tirkiyê ku peymanan pêk bîne.”