Partî û pêkhateyên Kurdistanê bi navê ‘Yekîtiya Neteweyî’ konferansek li dar xistin û derbarê koronavîrûsê de biryar stendin.
Ji ber koronavîrûsê nûnerên partî û pêkhateyên Kurdistanî yên ji her çar parçeyan li ser skype ‘Konferansa Yekîtiya Neteweyî’ li dar xistin.
Di konferansê de ev xal hatin diyarkirin:
“Ji ber koronavîrêsê, 2’yê Nîsana 2020’an saet 17.00, ji çar perçeyan nûnerên parti û pêkhateyên Kurdistanê, bi navê “YEKÎTIYA NETEWEYΔ, bi rêya SKYP a djîtalê, konferansek çêkirin.
Di konferansa Skype de, nirxandinên ka ji ber vîrûsa Korona çiqas Kurdistanî li Ewropa mirine, çend kes pê ketine, hatin kirin. Di encama nirxandinan de, nêrîna ku her çar perçeyên Kurdistanê jî di xetera koronavîrûsê de ne, derket.
Nûnerên partî û pêkhateyên Kurdistanê, xebata xwe ya ji 10’ê Adara 2020an ve dan eşkerekirin. Bi taybetî, derbarê ambargoya li ser Wargêha Mexmûrê, nirxandin hatin kirin. Hat gotin em vê ambargoyê qebûl nakin û ew pirsgirêkeke neteweyî ye, divê bilez ambargo were rakirin.
Hat diyarkirin ku wê Civîna Yekîtiya Neteweyî, mehê carekê, bi dijîtalê were çêkirin