Hêzên Ewlekariya Hundir şaneyeke sîxur ku di saziyên Rêveberiya Xweser de xwe bi cih kiriye û ji 5 kesan pêk tê, girt.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku hêzên wan şaneyeke erkdarkirî û ji ajandeyên derve re dixebite, girt. Herwiha erkê vê şaneyê sîxurtî û şopandina tevgerên QSD’ê, veguhastina agahiyên ewleyî û êrîşa ser fermandaran, çalakiyên civakî û siyasî ye.
Daxuyanî wiha ye:
“Piştî şopandina Hêzên Ewlekariya Hundir ên girêdayî Rêveberiya Xweser, 03.04.2020’an şaneyeke erkdarkirî ku li saziyan dixebitî, girt. Şane ji 5 kesan pêk tê, ew jî ev in A.N., C.A., Ş.A., A.B. û Z.B. Di nava wan de 2 jin hebûn û hatibûn erkdarkirin ku liv û tevgera QSD`ê bişopînin, agahiyên derbarê xebata saziyên ewlekariyê de veguhêze û êrîşî fermandarên rêveberiyê, çalakiyên civakî, siyasî, tevliheviya neteweyî, olî, mezhebî di nava gelên herêmê de derxe.
Aliyên pêwendîdar lêpirsîna bi şaneya erkdarkirî re didomîne û wê bişîne dadgehê da werin darizandin.