Zêdeyî 20 welatiyên ji Şamê gihîştin balafirgeha bajarê Qamişlo testa vîrûsa koronayê ji wan re hat çêkirin û ketin karantînayê.
Êvara Yekşemê balafireke rêwiyan ku zêdeyî 20 kesî tê de bûn, ji paytexa Sûriyê Şamê gihîşt balafirgeha bajarê Qamişlo. Tîmên awarte li pêşiya balafirgehê pêşwaziya wan kirin û testên vîrûsa Koronayê ji wan re çêkirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Menal Mihemed diyar kir ku kesên ji Şamê hatîn wê 14 rojan di karantînayê de bimînin. Piştî 14 rojan eeger diyar ku bi vîrûsa Koronayê neketine wê ji karantînayê werin derxistin. Eger diyar bû ku vîrûsê bi wan re heye wê ji bo navenda karantînayê ya taybet bi nexweşên Koronayê werin veguhestin.
Mûdîriyeta Tenduristiyê ya bajarê Qamişlo diyar kir ku testên destpêkê yên kesên ji Şamê hatîn “Negatîf” derketin û wê 14 rojan di karantînayê de bimînin.