Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ti kes nikare qirkirinê asayî bike

06/04/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rihê 8’ê Adarê, rihê Leylayan û Avesta ne
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Em di serdemeke wisa de dijîn ku zanist û teknîk pêş ketiye û dinya bûye weke gundekî. Navê vê rewşê jî kirin globalîzm. Li dinyayê êdî tiştek xef nedima, bûyereke li deverekê di heman kêliyê de ji aliyê dinyayê tevê ve dihat bihîstin. Em di demeke wisa de bûn ku têgîna azadî û demokrasiyê herî zêde pêş diket. Digel van tevan şer nesekinîn û xerabkirina xwezayê belev bû. Têkoşîna serdestiyê, zêhniyeta mêr ya serdest û ya desthilatdariyê û mêtîngeriya kedkaran nesekinî. Dinya ket rewşeke wisa ku nikaribe xerabbûna xwezayê û pirbûna nifûsa mirovan ragire.
Piştî hilweşîna Sovyetan xebitîn ku mirov pêşiya xwe nebînin. Xebitîn mêtîngerî û serdestiyê ji rojevê derînin û hewl dan ku ev rewş neyê nîqaşkirin. Kapîtalîzmê û sîstema mêtîngeriyê digot ez di dema xwe ya zêrîn de me. Dawiya îdeolojiya hatibû. Lê di demeke kurt de, parçebûna mirovayiyê, ango parçebûna ber bi çînan ve, perçiqîna jinan û gelên di nava pencên mêtîngeriyê de ev gotin tev derew derxistin. Pirsgirêkên mirovayiyê yên bingehî yek tenê jî çare ji wan re nehat dîtin. Tersê wê pirsgirêk kûrtir bûn. Lewre çavkaniya pirsgirêkan sîstema mêtîngeriyê bû, ango kapîtalîzm bixwe bû.
Em niha di demeke wisa re derbas dibin ku jê re tê gotin, şerê cîhanê yê 3. Ciyê herî zêde ev şer bandorê lê dike, Rojhilata Navî ye. Li Rojhilata Navî jî herî zêde li Sûriyê bibandor bû û encamên pir xerab bi xwe re anîn. Di dema şerê cîhanê yê 1. de dema şekil didan Rojhilata Navî Kurd man bêstatû û ji hukumraniya çar dewletan re hatin hiştin. Di dîroka Kurdan de ev felaketa herî mezin bû. Van her çar dewletan weke xwesteka xwe Kurd asîmîle kirin û çawa dixwestin xistin binê mêtîngeriyê.
Çawa ku tê zanîn dewleta Tirk piştî şerê cîhanê yê yekê, li ser qirkirina gelên weke Ermenî, Rûm û Asûriyan ava bû. Cihû û gelên din jî hatibûn tinekirin. Hedefa wan ew bû ku dewletneteweyeke xwe dispêre yek neteweyê ava bikin. Gelên din bûn goriyên vê îdeolojiyê. Ji avabûna komarê heta weke îro di hedefa vê zêhniyetê de Kurd tenê mabûn. Erdê Kurdan fireh û nifûsa wan pir bû. Digel komkujî, koçberkirin, xerabkirin û asîmîlasyonê nikarîn Kurdan tine bikin.
Dewleta Tirk niha bi serkêşiya Erdogan û Bahçeli dixebite ku qirkirina Kurdan temam bike û vê projeya dîrokî bigihîne encamê. Li ber çavê dinyayê Kurdan ku gelekî kevnar e, di qirkirinê de derbas dikin. Dinya jî li vê temaşe dike. Hêzên mezin yên weke Emerîka, Rûsya û Yekîtiya Ewropa bi vê hêza qirker re hevkariyê dikin. Berjewendiyên wan ji hebûna gelan girîngtir in. Nirxên mirovayyê ji bo wan ewqas ne girîng in. Tirkiye bi awayekî bêsînor Kurdan asîmîle dike. Tişta Kurd dikin li hemberî vê siyasetê li ber xwe didin. Di serî de Emerîka û NATO têkoşîna Kurdan bi terorîzmê bi nav kirin û qirkirina li ser wan rewa kirin.
Zindanên Tirkiyê bi dehê salan e bi Kurdan tijî dibin. Destkeftiyên wan tev ji destê wan tên girtin. Ji ber ku derdê Tirkiyê tinekirina Kurdan e, statûya başûrê Kurdistanê û Rojava jî bûn hedefa wê. Li Rojava tişta ku Kurdan dikir şerê li hemberî DAIŞê û xweparastin bû. Şerê li hemberî DAIŞê jî bi Emerîka û koalisyonê re kirin. Rojava ji bo ti kesî ne xeter bû. Weke din bi gelên din re bi awayekî hevberş rêveberiyên xweser ava kirin. Di warê demokrasiyê de jî li devereke weke beriya Rojhilatad Navî bûn mînak. Ji bo dinyayê tevê ev ciyê keyfxweşiyê bû. Di nava xirbeyên şer de dengê jinê û nasnameya wê hinekî derket ser rûyê erdê.
Li hemberî vê Tirkiyê xwe ranegirt. Dawiyê artêşên xwe û teknîkên xwe yên şer yên xerabkirinê şandin ser Efrînê. Lê bi dagîrkirina Efrînê nesekinî, dest bi qirkirina gel Kurd kir. Dixebite ku li herêmê Kurdekî tenê nehêle. Çawa ku tê zanîn qada Efrînê ya hewayî di binê berpirsiyariyê Rûsya de bû. Erdogan bi hevkirina bi Rûsya re Efrîn dagîr kir. Kurdên li Efrînê mayîn ku nikarîn ji ber şer birevin, ev du sal in li ser wan sûcên mirovayiyê tev tên kirin. Di van rojan de jî ku vîrûsa Korona li seranserê dinyayê belav bûye, dewleta Tirk sûcên xwe yên lil dijî mirovayiyê didomîne. Ji bo Idlibê hindik ma bû ku Rûsya û Tirkiye şerê hev bikin. Halbiku Efrîn jî erdê Sûriyê ye. Ji bo Efrînê çima heman tiştî nake. Weke din rêxistinên navneteweyî digel Emerîka sûcên ku dewleta Tirk dike her tim diweşînin. Rûsya jî di navê de ji ti hêzan deng dernakeve. Dewleta Tirk heman sûcan li deverên din jî yên bakurê Sûriyê yên dagîr kirîn dike.
Çawa ku tê dîtin her çiqas têgîna demokrasî û azadiyê pir bi kar werin jî di dawiyê de berjewendiyên dewletan berî her tiştî ne. Dewlet xistine rewşeke wisa ku bê perestin û berjewendiyên wê jî bûne weke dîn. Gel û mirov dibin goriyên vî dînê dewletê. Di encamê de li ber çavê Rûsya, Emerîka û dewletên din, heta bi desteka wan Kurd tên qirkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.