Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di rewşên awarete de hatin avakirin. YPJ ne ji bo parastina gel tenê, di heman demê de ji bo parastina mafên jinê hat avakirin. Ji ber wê bû nasnameya jinên têkoşer û hêzeke leşkerî ku jinên cîhanê azadiya xwe tê de dibînin.
4ê Nîsanê salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ye. YPJ 4’ê Nîsana 2013`an bi awayekî fermî hat damezrandin û wek hêzeke leşkerî ya taybet bi jinan deng veda.
Têkoşîna jinan bi destpêkirina Şoreşa Rojava re ango 19’ê Tîrmeha 2012`an re derbasî qonaxeke nû bû. Li ser vî esasî piştî salên dûr û dirêj ji çewisandin û paşguhkirinê tev li nava sazî û çalakiyên rêveberiya herêmê bûn. Bi avakirina Yekîneyên Parastina Gel YPG) re, sala 2012`an bi germî beşdarî nava yekîneyê bûn.
PARASTINA REWA JI BOPARASTINA GEL PÊWÎSTIYEK E
Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê Parastina Gelekî de qala parastina rewa û xweparastinê dike. Rêber Ocalan dibêje; “ Parastina rewa di rewşên dagîrkeriyê de watedar dibe. Gava li ser gelekî dagîrkerî, mêtingerî, yan jî cureyekî din sîstema zordest were damezrandin, wê wextê dagîrkerî heye. Çawa ku hêzeke biyanî dikare bi serê xwe dagîr bike, herwiha dikare carna nîv bi nîv bi hêzên xwecîhî jî bike. Hedef dawîanîna li dagîrkeriyê û damezrandina demokrasiyê ye. Eger hêza dagîrker biyanî be, ji parastina rewa re demokratîk neteweyî were gotin rastir e. Dîsa di van şertan de mercên şer û serhildanê derketine holê. Lê dîsa şerê rizgariya neteweyî yê klasîk esas nayê dîtin. Her çenda aliyê wê yê neteweyî hebe jî, bi sedema taybetiyên serdemê şerekî parastinê ji bo yekparebûneke demokratîk a berfireh duristtir e. Şer û serhildanên bi vî rengî hem li bajaran, hem li çiyayan an yek an jî bi hev re têne meşandin.”
BER BI AVAKIRINA TABÛRÊN XWESER VE
Bi beşdariya jinan ji Yekîneyên Parastina Gel re 23yê Sibata 2013`an tabûrên leşkerî yên taybet yên jinan hatin avakirin. Li ser vî esasî tabûra yekemîn li navçeya Cindirêsê navçeya Efrînê bi navê Tabûra Şehîd Rûken hat avakirin.
Piştî wê li navçeya Dirbêsiyê jî tabûra Şehîd Berçem, li Dêrikê jî tabûra Şehîd Sozdar hatin damezrandin. Bi rasthatina Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê 8’ê Adarê re li bajarê Qamişlo bi merasîmeke leşkerî tabûra çaran a bi navê Şehîd Edalet hat avakirin. Bi vî awayî li seranserê Rojava tabûrên taybet yên jinan hatin avakirin.
Di vê çarçoveyê de li herêma Dêrikê bi navê Şehîd Şîlan akademiya yekê ya leşkerî ya taybet ya jinan hat vekirin. Paşê 9’ê Gulana 2013`an dewreya yekê ya bi navê Şehîd Rêvan bi dawî bû.
RAGIHANDINA AVAKIRINA YPJ`Ê
Piştî ku li seranserê Rojava tabûrên jinan hatin avakirin, 2’yê Nîsana 2013`an YPJ`ê li bajarê Dêrikê konferansa yekê bi slogana”Xwe di nava YPJ`ê de birêxistin bikin da serkeftinê misoger bikin” li dar xist. 4’ê Nîsanê bi awayekî fermî avakirina Yekîneyên Parastina Jinê hat ragihandin.
PIŞTÎ RAGIHANDINA DAMEZRADINÊ BI MEHEKÊ…ŞEHÎDA YEKÊ LI EFRÎNÊ
Ji destpêka 2012’an, herêmên Rojava rastî êrîşên çeteyên Cebhet El-Nusra û koma çete ku bi fermana dewleta Tirk a dagîrker a bi navê “Artêşa Azad” tev digerin, dihatin. YPG’ê bersiva êrÎşan dida. Herwiha bi 2013’an re êrîşên ser herêmên Rojava ji Dêrik heta bi Efrînê zêde bûn.
YPJ, bi awayekî aktîf li hemberî êrîşan di eniyên pêş de beşdarî şer bû. 25’ê Gulana 2013’an komên çete êrîşî gundên Efrînê kirin. Êrîşên wan li dijî gundewarên navçeya Şera bi taybetî li dijî gundên Aqîbê û Basilê bûn.
Di berxwedana li hemberî êrişan de, YPJ’ê şehîda yeke 29’ê Gulanê da. Şehîd Silava Efrîn, endama Meclisa Leşkerî ya YPJ’ê bû û beşdarî konferansa damezrandinê bûbû.
LI HER DERÊ ŞERVANÊN ENTERNASYONALÎST JÎ TEVLÎ BÛN
Şervanên YPJ’ê ji dema ragihandina damezrandinê ve berxwedaneke lehengî li dijî êrîşên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagîrker (Cebhet El-Nusra, DAIŞ, Artêşa Azad) dan meşandin. Ji dema êrîşên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam li dijî Kobanê, Serêkaniyê, Cezaa, Til Hemîs, Til Birak û Til Temirê sala 2013’an ve, YPJ’ê roleke sereke lîst û di vê rê de şehîd dan.
Bi êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê yên 15’ê Îlona 2014’an re, rola YPJ’ê ya bersivdayîna êrîşan mezintir bû. Bi taybetî piştî çalakiyên fedayî yên Arîn Mîrkan û Rêvan. Herwiha têkoşîna fermandar Zehra Penaber ku 3’yê Sibata 2015’an şehîd bû. Herwiha Evîndar Botan di şerê li dijî DAIŞ’ê de li Kobanê, berxwedaneke mezin meşand û 4’ê Tîrmeha 2015’an şehîd bû.
YPJ NASNAMEYA JINÊN CÎHANÊ YE’
Bi wê re jî YPJ, bû sembola berxwedan û têkoşîna jinê. Bala cîhanê tevê kişand û gelek jinên cîhanê tevlî YPJ’ê bûn. Mîna şehîda Almanî Ivana Hoffman ku 7’ê Adara 2015’an, şehîd bûbû.
Di vî warî de şervan Narvîn Hogir wiha got: “YPJ bû nasnameya tevayiya jinên cîhanê.”
JI BO TOLHILDANA ÊZÎDIYAN, TEVLÎ QSD’Ê BÛN Û ŞERÊ DAIŞ’Ê KIRIN
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 12’ê Cotmeha 2015’an, piştî civîna berfireh a hêzên leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê hat damezrandin. YPJ wek hêzeke bingehî beşdarî nava QSD’ê bû.
Rola YPJ’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de ya herî girîng bû. Ew jî bi tolhildana jinên Êzidî yên ku DAIŞ’ê di êrîşa ser Şingalê 3’yê Tebaxa 2014’an pêk anî de bû.
Girêdayî mijarê şervan Solîn Siyaroj wiha dibêje: “Ez tevlî YPJ’ê bûm da gelê xwe bi taybetî jinan ji zilmê biparêzim. Her ferd dixwaze li welatekî azad bijî ku nasname û hebûna wê/î hebe û ev jî mafê me ye. YPJ’ê rolek bingehî di rizgarkirina jinên Êzîdî û parastina wan de lîst. Lêgerîna me ya ji bo jinên hatîn revandin didome.”