Jinên hevdîtin bi rêber Abdulalh Ocalan re kirîn, gotin “Rojbûna rêber Abdullah Ocalan rojbûna jinan e. Gelek wateyên wê yên pîroz hene. Rojbûna Rêbertiyê mîna jiyaneke nû ji bo jinan e.”
4‘ê Nîsanê rojbûna 72yan ya rêber Abdullah Ocalan e. Ev roj ji bo gelên bindest rojbûnek e, bi taybetî ji bo jinan tê wateya jiyaneke nû.
Dayîka bi navê Eyşe Derwêş Xelîl tevî hemser û zarokên xwe sala 1990‘î li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn.
Dayîka Eyşe ya 77 salî, kurek û keçeke wê di nava tevgera azadiyê de şehîd bûne. Ebas Mehmûd Tahir (Kerîm) sala 1991ê li Serhedê û Xedîce Mehmûd Tahir (Rîhan) sala 1992‘yan li Hezexê şehîd bû.
Dayîka Xedîce hin kêliyên hevdîtinê bîr tîne û dibêje, “Dema min Rêbertî dît min bawer nekir. Rêbertiyê behsa welatparêziyê, xweparastinê, parastina gel, mal û berpirsyariya li hemberî welat dikir.”
Keça dayîka Eyşe, Fatima diyar kir ku dema bi Ocalan re hevdîtin kirî, 17 salî bû û got; “Hestekî cuda bû, Rêbertiyê qala rola ciwanan di civakê de kir, banga yekîtiya kurdî jî dikir.
Li ser girîngiya 4‘ê Nîsanê ji bo jinan, Fatima wiha axivî: “Rojbûna rêber Abdullah Ocalan rojbûna jinan e, gelek wateyên wê yên pîroz hene. Mîna jiyaneke nû ji bo jinan e. Jin şiyar kirin, tê gihîşt ku xwe û dîroka xwe nas bike.”
Fatima 4‘ê Nîsan li jinên cîhanê pîroz kir û hêviya azadiya rêber Abdullah Ocalan kir.