Wednesday, June 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn Ewropa Hêlîn Bolek bîr anîn

06/04/2020
in Uncategorized
A A
TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn Ewropa Hêlîn Bolek bîr anîn
Share on FacebookShare on Twitter

Tevgerên çandê TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn Ewropa, endama Grûp Yorûm Hêlîn Bolek bîr anîn, ku di roja 288’an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû.

TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn Ewropa daxuyaniyeke hevpar weşandin û wiha diyar kirin: “Ji ber şehadeta endama Grûp Yorûm Hêlîn Bolek em ji hevalên wê yên li nava komê, hunermendên şoreşger-demokrat, malbata wê û gelên Tirkiyeyê re sersaxiyê dixwazin. Xeta têkoşînê ya ku Hêlîn Bolek jê bawer dikir, bêguman wê hêzê bide têkoşîna şoreşgerî ya gelan û li qada rastiyê her bidome.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
“Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, di kiryarên li dijî mirovayiyê de yên li hemberî Kurdan û her derdorê êdî sînoran nas nake. Hunermend, rewşenbîr, her kesê mûxalif di hedefa faşîzma AKP-MHP’ê de ye. Desthilatdariya faşîst a ji huner û hunermendan, ji rastî û rojnamevanan ditirse, ji bo xwe li ser piyan bihêle êrîşî derdor dike.
Yên ku hunerê diafirînin her tim ji yên qanûnan çêdikin xurttir in. Li dijî vê hêza faşîst ku ji hêza hunerê ditirse û dixwaze hunermend bêdeng bibin, li gorî wan tevbigerin, emê bi tembûr, gotin, çepik, wêne, lîstikên xwe rawestin. Dema ku hêzên demokrat û şoreşger, hunermend li hev kom bûn û bi ser desthilatdariya faşîst ve çûn, wê têrker be.
Hêlîn Bolek ji bo bi rengekî azad bistirîne ket rojiya mirinê û di roja 288’an a berxwedana rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Bi navê hunermendên TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn a Ewropa em careke din Hêlîn Bolek bîr tînin ku serî li ber faşîzmê netewand. Ji bo daxwaziya endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê di rojiya mirinê de ye bê qebûlkirin, em bang li her kesî dikin ku dengê xwe bilind bikin.”

Post Views: 34
ShareTweetPin

Herî Dawî

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

18/06/2025
Ji çiraxên wêjeya kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên wêjeya kurdî

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.