Hûn li malê ne û ji bo zarokên xwe belkî li agahiyên ansîklopedîk ên bi Kurdî digerin. Eger wisa be, em dikarin Bernameya Mişk a televizyona dewletê ya Elman pêşniyar bikin. Na, nexêr! Ne bi Elmanî, gelek vîdeoyên vê bernameyê bi Kurdî jî hene û di ser malpera wê re mirov dikare li wan temaşe bike.
Die Sendung mit der Maus (Bernameya bi Mişk re) bernameyeke televizyona dewletê ya Elman e û cara pêşî 7’ê Adara 1971’ê hat weşandin. Gelek caran navê dibistana milet jî lê hatibû kirin di nava xelkê de. Di destpêkê de nexasim mamosteyan rexne lê kiribû jî, îro roj pesnê jêhatîbûna wê tê dayîn. Lewre dikare agahiyan bide zarokên piçûk.
Bernameyê heta roja îro ser 75 xelatan re girtine. Malpera bernameyê jî sala 1999’an dest bi weşanê kir û roja pêşî jê re 2 hezar û 400 e-mail hatin û 4 milyon caran jî xelk çû ser malperê.
Axir, ev agahiyên ku xwe rehet digihînin zarokan bi Kurdî jî hene. Û jixwe diviya hebin jî. Lewre ji her malbata Kurd li Elmanyayê her sê mehan carekê baca televizyon û radyoyê tê birrîn. Kurd jî li gorî hesaban di nava komên koçberan de koma duyem a herî mezin e li Elmanyayê. Yanî ev werger û pirtir jî heqê wan e.
Eger hûn dixwazin zarokên we bizanin, ka “Çima stiriyên jûjî hene?” “Gelo dîk çawa bi zimanê Çînî bang dide?” û gelek tiştên din ên weke van, kerem bikin, bi Kurdî tevî zarokên xwe li wan temaşe bikin:Navnîşan jî ev e:
https://www.wdrmaus.de/extras/maus_international/kurdisch.php5