Rojnivîsên gerîlaya jin Sorxwîn Ciwana Munzur (Ozgur Kaya) ku 1993’yan tevlî têkoşîna azadiyê bû û 11’ê Nîsana 2006’an li Botan Besta şehîd bû, bûn pirtûk.
Rojnivîsên şehîd Sorxwîn Ciwana Munzur bûn pirtûk. Di vê pirtûkê de serhatya gerîlatiyê ya gerîlaya jin Ozgur Kaya heye, ku 1995’an dest pê dike û heta 2006’an dema ku şehîd dibe, didome. Pirtûk ji hêla rojnameya Newaya Jinê ve hat berhevkirin. Pirtûk meha Adarê bi navê ‘’Dîroka ku dawî lê nayê, rêwîtiya ku dawî lê nayê’’ ji hêla Weşanên Meymanê ve hat çapkirin. Pirtûk bi şahidiya rasterast a têkoşîna jiyana gerîla tê ber destê xwendekaran.
Pêşgotina pirtûkê ji hêla Sozdar Avesta ve hatiye nivîsîn, ku demekê bi Sorxwîn Ciwana Munzur re maye.
Gerîla Munzur navê ‘’dosta razên min’ li rojnivîsa xwe kiribû û ihtimala winabûna wê weke mirina xwe dîtibû û li ser rojnivîsa xwe gotibû, ‘’Eger layiq bim bila bibe pirtûk, bila xwerû be’’.
Xwendekar di vê pirtûkê de wê bibînin ka li dijî operasyonên tinekirinê yên dewleta Tirk ên salên 1995-1999’an gerîla çawa li ber xwe didin û herwiha wê gav bi gav geşedana têkoşîna hebûnê ya jina Kurd bibînin.