Zanîngeha Torontoyê ya li Kanadayê, ji bo xwendekarên xwe kursa Ziman û Edebiyata Kurdî saz dike.
Prof. Jaffer Sheyholislamî (Ceifer Şêyxûlîslamî) ragihand ku li Beşa Şaristaniyên Rojhilata Navî û Nêzîk li Zanîngeha Torontoyê wê di navbera 4ê Gulan û 15ê Hezîrana 2020an de, dersa Ziman û Edebiyata Kurdî bide.
Sheyholislamî diyar kir, ku kurs ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve hatiye amadekirin û ders wê bi zimanê îngilîzî bin û wiha got: “Piştî ku Rêveberiya Zanîngeha Torontoyê dît ku eleqeyeke baş ji bo mijarên derbarê Kurd û Kurdistanê de û konferansa ji bo bibîranîna nivîskarê Kurd Amir Hassanpour a di sala 2018an de heye, ji bo pêşkeşkirina dersa Ziman û Edebiyata Kurdî ez vexwendim zanîngehê. Rêveberiya Zanîngehê ji min xwest ku ez kursa Ziman û Edebiyata Kurdî saz bikim.”
Bi gotina Sheyholislamî plana kursê ji bo carekê tenê hat amadekirin, lê eger beşdariyek û eleqeyeke baş ji bo Ziman û Edebiyata Kurdî hebe, kurs wê dewam bike.
Mamosteyê zanîngehê, herwiha eşkere kir ku mebest ji kursê ne fêrkirina zimanê Kurdî ye, lê ew dixwazin derbarê çand, edebiyat û dîroka Kurd û Kurdistanê de zanyariyên rast bidin.
Xwendekarên li zanîngehên din jî dikarin beşdarî kursê bibin.