Aktîvîstên saziya bi navê OceansAsiyayê, endamên Greenpeaceyê derbarê bikaranîna alavên plastîk de hişyarî da. Greenpeacê têkildarê alavên plastîkî diyar kir ku bi vîrûsa koronayê re bikaranîna alavên plastîk ên yekcarî zêdetir bûye û ev jî rê li ber xeterên mezin veke.
Bi vîrusa koronayê re her ku diçe alavên mîna çetel, îskan, bîpet, torbe bi kurtayî alavên ku carek tene tên bikaranîn zêdetir dikevin nava jiyanê û êdî bûne perçeyek ji jiyana mirovan ên ku weke alavên hîjyenê tên bikaranîn. Ligel vê jî êdî li her kûçeyê li ber torbeyên çopê û di nava şînkayiya parkan de pêkan e ku mirov rastî lepik, berdevik (maske) ên lastîk yên alavên tenduristiyê bê.
Tofana ekolojiyê
Mirovên ku xwe ji vîrûsê diparêzin lepik û maskeyên xwe yên carekê tene bi kar tînin davêjin derdora xwe. Ji ber wê mirov dikare bibêje ku tofana ekolojiyê li ber derî ye. Ji bo ku mirov xwe ji vîrûsê biparêze, îro li her bajar, tax, kolan û malê berdevik û lepîkên lastîk yên ku bi sedê salan di nava xwezayê de dimînin û nexweşiyan belav dikin, hene. Ev jî wê bibe sedem ku xweza her ku biçe bi destê mirovan were tinekirin.