Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêber Apo

06/04/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Şerê Îdlibê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk SAKIK

Dawiya sala 1970an. Li Stenbol lokala DDKO.. kesek semînerek bi navê “Dîroka civakê û Pirsgirêka Kurd” dida. Digot: ” Li Kurdistan metîngerî heye.” Di axaftina xwe de peyva “dewleta kurd” bi kardanî. Herkes matmayî ma lê kesî ew nasnedikir. Li Stenbol nû bû.  Gotin, ev kîye, ev çiye, ew çawa diaxive? Ömer Özsökmenler ew nasdikir. Got:” Ew, ji Rihayê ye û navê wî Abdullah Ocalan e. Ji Amedê hatî, li vêderê li zanîngeha Hiqûqê qeyda xwe çêkirî û li aliyek jî li taxa Bakirkoy di Tapû Qadastro de wek memûr dixebite. Endamê DDKO ye.”

Musa Anter ew naskiribû lê wî jî ji tu kesîre bahsa wî û nerînên wî nekiribû.Her wek wî biparêze. Apê Mûsa kes û kesayeta ku bi salan bû lê digeriya dîtibû.

Piştî demek di sala 1971an de ji bo xwendinê derbasî Enqerê bû. Her çiqas xwendekarek nû bû jî, lê wî ji siyasetê baş fahm dikir û pêşniyarên maqûl, bi zeka û nêrînên tên qebûlkirin danî ziman. Analîzên wî yên li ser dîrok, civak û pergalê wek beşeke heqîqetên bû. Li ser civak, dîrok û mirovayetiyê jî lêkolîn û fikrên wî yên cûda hebûn.Di çareserkirina pirsgirêkan de pêşniyarên wî yên maqûl û di cîh de hebûn.  Fikr û ramanên wî di demek kurt de di nav cîwanên şoreşger de belav bû. Li zanîngehê êdî navê wî “Heval Abdullah” bû.

Di sala 1972an de li Enqerê hat girtin. Piştî heft mehên girtîgehê ji bo wî zanîngeh êdî wateya xwe windakiribû. Ew li du şopa lêgerîna heqîqetê ketibû. Û ji xwe re li hevalan digeriya. Di demek kurt de li dora wî hin cîwan, hin şoreşgerên navdar kom bûn. Kê wî guhdarî dikir, tevlî koma wî dibû. Tevlî koma Apociyan dibû.

Lê kom wê demê wek koma Apociyan nedihat nasandin. Şoreşgerên Kurdistan anjî Rizgarkarên Netewî (ulusal kurtuluşçular) dihat binavkirin.

Di sala 1972an de bi darbeya leşkerî, erişî şoreşgeran kirin. Gelek ji wan hatin zîndankirin. Mahîr Çayan û hevalên xwe li Kizildere hatibûn qetil kirin. Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan jî hatibûn îdamkirin hin hevalên wan jî li çiyayê Nûrhak şehîd ketibûn. Salen reş û ne xweş bûn. Pêşengtiya şoreşgerî de valahî hebû. Diviya kesek li mîrasa wan kesa xwedî derketa. Ocalan jî ev yek dikir. Ji bo xwedî derketina mîrasa wan, ji bo girtina tola wan soz da xwe. Diviya ev valahî ji aliyê wî ve bihata tijîkirin. Û wisa kir.  Bi demê re, li Enqere, piştre jî li Tirkiye û Kurdistan, cîwanên şoreşger pê bawerî anîn.

Dema ku cîwanên şoreşker wek xelekek li dora wî diciviyan, ev yek bala dewletê jî kişandibû. Midaxle kirin. Li Dîlokê rihê Ocalan yê veşartî Xakî Karer şehîd xistin. Ji bo înfazkirina Ocalan bi navê Pîlot kesek li nav komê de bicîh kirin. Lê Ocalan, her tişt, her gavên dewletê didît û li gor wî jî tedbîr digirt.

Ji bo vê yekê jî, bi lez hên kom nehatî belavkirin, di sala 1978an de partî avakir. Piştî Komkujiya Mereşê û hin buyêrên kontrgerîlla dît ku Tirkiye berbi darbeyek leşkerî ve diçe. Li ser vê yekê hin hêzên xwe derxist derveyî welat.

Ew jî, piştî operasyona Elezîz û helwesta Şahîn Donmez, dît ku dewlet li du wî ketî, ji bo ji nûde komkirin û bi rêxistinkirina partiyê derbasî rojhilatanavîn bû.

Berî Şahîn Donmez rojnameya Dogu Perînçek ku bi xwe endamê îstixbaratê bû, bi manşetek Ocalan teşîr dikir. Di nûçeyan xwe de ev fotografê  Ocalan teşhîr kiribû û manşeta “Aha vaye Apo” avêtibû. Yekem car û gelek kesên ku Ocalan fizikî meraq dikirin, bi vî fotografî ew naskirin.

Wê demê ji bo peşî li partiya nû PKK hatî avakirin bigirin, siyasetek taybet dihat meşandin. Digotin ev Apocîne. Dixwestin wek komek û kesek nîşan bidin. Lê ji aliyê hevalên Ocalan jî ev yek hat qebûlkirin. Gotin “raste em li dora ramanên wî hatin cem hev û belê em Apocîne.”

Di salên Lubnan her çiqas hevalên wî jêre digotin heval Abdullah jî, ji nav gelde dengek bilind dibû; Serok Apo. Ev peyva serok hêdî hêdî li her deverî belavbû. Hevalên wî jî destpê kirin gotin serok. Serok Apo.

Sal derbasbûn rojek li akadenmiya Mahsûm Korkmaz rojnamevanek ji Rêber Apo pirskir. Ev peyva Serok Apo ji ku destpêkir? Bersivek waha da; “ez jî nizanim ji kuder destpêkir. Lê ez tiştek dizanim ev gel bi hêsanî rêberek qebûl nake. Bi vê xîtaba serok, berpisyarî û erkek mezin didin ser milê min.”

Lê ligor hin lêkolînan, yekem car slogana “Bijî Serok Apo” li Ewropa hat gotin. Piştî 15 Tebaxê, di Newroz 1985an de, li Almanya li bajarê Frankfurt, di pîrozbahiyên newrozê de, gel bi yekdengî dibêjin “bijî serok Apo” Û di demek kurt de ev her deverî belav dibe.

Piştî salan êdî herkesî behsa Ocalan dikir. Lê herkesî ew meraq dikir. Di demek waha de M.Alî Birand li ser navê rojnameya Milliyet çûbû Akademiya Mahsûm Korkmaz û bi rêber Apo re hevpeyvînek çêkiribû. Ew foto û dîmen dema di medyade hatin parvekirin, gelek kesan cara yekem bû ku ew didîtin.

Kurdan ew wek, serok Apo navdikirin. Lê dem hat nerînên wî ramanên wî bandor li ser gelên heremê jî kir. Li ser gelên Tirk, Ereb, Ermen, Asûrî, farsan  jî kir.

Li Tirkiyê ji bo komara demokratîk were avakirin pêngavek da destpêkirin. Li ser perspektîfên wî gel bi rêxistin dibûn. Di destpêkê de bi navê Kongreya demokratîk a Gelan û piştî demek jî wek partî Partiya demokratîk a Gelan HDP hat avakirin. Ev partî di hilbijartinên 7 hezîrana 2015an de da îspatkirin bi van paradigma û nexşe rêya Ocalan wê demokrasî were Tirkiyê. Hin gelên Tirkiyê ku bi salan bû bi dijminatiya kurdan hatibûn perwerdekirin, piştî ku Ocalan naskirin ew nêrînên xwe yên nîjadperestî danîn aliyek.

Li Tirkiyê rejim ji bo rê li pêşiya îmaja wî ya rêbertiyê bigire ketibû nav hewldanan. Yên bi Ocalan bawerî anîn jî di nav hewldanan de bûn.

Di navbera Tîrmeha 2005an û Gulana 2006an de kampanaya Ocalan vîna min ya siyasiyê hat Organîzekirin. 3 Milyon 243 hezar kesî îmzekir û got; Ez wek Kurdistaniyek, Abdullah Ocalan li Kurdistanê wek vîna xwe ya siyasî dibînim û qebûl dikim. Di pêvajoya kampanyayê de gelek aktivîstên ku kampanya birêvedibirin hatin girtin. Lê dîsa jî kampanya bêsekin dewamkir û di 20 Cotmeha 2006an de li Enqerê li Otêla Dedeman bi daxwiyaniyek re encam hat parvekirin.

Li Tirkiyê û li bakûrê Kurdistan kesên bi siyasetê mijûl dibûn, wek “birêz Ocalan” xîtabî rêber Apo dikirin. Dewleta Tirk ev yek jî qedexe kir. Û dozên “birêz Ocalan” destpêkirin. Di derheq gelek siyasetmederan ve doz hatin vekirin.

Li ser vê yekê, di 23 Gulana 2009an de kampanyaya “Heger gotina birêz Ocalan sûcbe, ez jî vî sûcî pêktînim û xwe îxbar dikim” destpêkir. Bi hezaran kesî xwe îxbar di kirin. Bi tenê di 48 rojan de, 36 hezar kesî xwe îxbar kir. Di derheq 350 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin. Ev dozên ku hatinvekirin hetanî demek dewam kirin. Dema ku dîtin nikarin pêşî li vê yekê bigirin, ew doz jî hatin girtin.

Ocalan li Îmraliyê di tecrîdê de bû. Ji bo şikandina tecrîdê û ji bo azadiya wî kurdên ku li ewropa dijîn, dostên wan û kesên bi Ocalan bawerî anînin, seferber bûn.

Di 6’ê Îlona 2012’an de li paytextê Belçîka li Buruksel kampanyayek hat destpêkirin. Kampanyaya bi navê “ji Ocalan re Azadî” li her dere dunyayê belav bû û di encam de, 10 Milyon 328 hezar û 623 îmze hatin komkirin.  Ev îmzeyên ku hatin komkirin, li Stasbûrgê piştî daxwiyaniyek radestî Konseya Ewropa kirin.

Ji roja rêber Apo dîl hatin girtin heta roja me hin kampanya yên ji bo wî hatin lidarxistin:

10 Kanûn 2001: Kampanyaya xwedî derketin û parastina serokatiyê.

1 Sibat -1 Gulan 2004: Kampayaya azadiya serokatiyê.

Adar 2004: Kampanyaya tevgera hemwelatiyên wekhev.

Tîrmeha 2005 – Gulana 2006an: Kampanyaya Ocalan Îradeya min a siyasî ye.

1 Adar 2007: Kampanyaya Tenduristiya wî Tenduristiya min e.

Gelek caran jî ji bo rakirina tecrîdê grevên birçîbûnê hatin destpêkirin.

Di 25 Hezîrana 2012an de nobeda Azadiya Ocalan destpêkir û hetanî roja me jî dewamdike. Ev çalakiya kurdan ya herî demdirêje.

Di 19 Tîrmeha sala 2012an de li rojava şoreşek pêkhat. Bingeha vê şoreşê Ocalan ji berêde avakiribû. Li gor perspektîfên Ocalan sîstema konfederalizma demokratîk hat avakirin.. Û di rêveberiya vê heremê de, ne bitenê kurd,  gelên din yên li herêmê jî cîh girtin.

Di vê pêvajoyê de hên jî wek “rêberê gelê kurd” xîtabî Ocalan dikirin. Lê dema ku gel jî tevlî vê sîstemê bû. Êdî rêberê gelê kurd qîm nedikir. Gelên rojhilata navîn jî ew ji xwe re wek rêber qebûl dikirin.

Roj hat cîwanên kurdan li Rojava di warê eskerî de jî birêxistin bûn. YPG û YPJ hatibûn avakirin. Li dijî DAÎ‎Şê şerkiribûn û mirovahiyê ji vê belayê rizgar kiribûn. Dunya jî bu şahidê lehengiya wan. Û ev cîhan di heman demê de fêr bû ku şervanên kurdan, li ser xeta serokatiyê, li ser perspektîfên Ocalan bi serketinin.

Di sala 2019an de, dema ku dewleta tirk a dagirker ji hemû aliyan êrişî kurdan kir û dixwest kurdan tine bike sazî û dezgehên bi nav û deng ên cîhanê jî piştevaniya gelê kurd kirin.

Yekîtiya Sendîkayên Karkeran ên Brîtanyayê ku nêzî 6 milyon endamên wê hene, kongra xwe ya salane lidarxist û tê de daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Di kongrê de civîneke taybet ji bo azadiya Rêber Apo û têkoşîna gelê kurd hat çêkirin.

Li aliyê dinan Ocalan dinivîsî. Parastinên wî yên Îmralî jî wek Pirtûk hatin çapkirin. Pirtûkên wî îroj li çar aliyê cîhanê tên xwendin. Wergerî gelek zimanên biyanî hatinin kirin.

Li deverên têkoşîna netewî tên dayin di dest wan de pirtûkên Ocalan henin. Gelek ji van kesan bi rihek Internasyonalist hatin li kêleka kurdan sekinîn. Hatin tevlî têkoşîna kurdan bûn. Û hin kes ji wan li kêleka kurdan şer kirin û hin kes jî şehîd bûn.

Êdî Ocalan, bi tenê rêberê Gelê Kurd nebû. Li cîhanê kê wî dixwend û nasdikir, ji xwe re wek peşengek didîtin. Herkesî bawerî pê tîne û dibêjin wê di sedsala mede, ramanên Ocalan yên sîstema konfederalîzma demokratîk bibe xelasiya mirovahiyê.

Êdî ew rêberek bû. Ji bo wê jî, îroj herkes wî wek “Rêber Apo” pênasedike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.