Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebata dezenfektekirina kolanên sereke û erebeyên welatiyan didomîne.
Di çarçoveya tedbîrên li dijî Koronavîrûsê de, Şaredariya Gel a Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêngava dezenfektekirina kolanên her du taxan û erebeyên welatiyan yên tên û diçin taxê didomîne.
11 karkerên şaredariyê, tevî 5 alavan xebata dezenfektekirinê pêk tînin. Herwiha du karkerên sabit li deriyên Cezîrê erebeyên welatiyan yên tên û diçin taxê dezenfekte dikin.
Girêdayî mijarê serokê şaredariya beşa rojava Hesen Mihemed diyar kir pêngav berdewama tedbîrên ji bo pêşîgirtina li vîrûsa Koronayê ye.
Mihemed diyar kir ku pêngava bi hevkariya şêniyan wê dewam bike heta bigihe armanca xwe.
Karkerê Şaredariyê Mihemed Ebdullah jî got, em bi şev û roj ji bo parastina welatiyan ji xetera vîrûsê kar dikin.
Ajokarê kamyona xwerek Mihemed Hetab spasiya Hêzên Asayîşê, Şaredariya Gel û Meclisa Tenduristiyê kir ji ber tedbîrên girtîn.