Arşîn Yelda Baysal a 14 salî ku hê 2 mehî bû bavê wê hat girtin û bi cezayê muebeda giran hat cezakirin, diyar kir ku di vê pêvajoya girtîgeh di xetera vîrûsê de ne, naxwaze bê bavê xwe bijî û wiha got: “Ez dixwazin di zagonên derbarê girtiyan de wekhevî û edalet hebe.”
Enver Baysal ê 45 salî dema 9’ê Sibata 2006’an li qada Bayrampaşa teqînek pêk hat, 24’ê Gulana 2007’an bi behaneya vê teqînê hat girtin û bi cezayê muebeda giran hat cezakirin. Baysal tevî ku ti delîlên têkildarî bûyerê nehat dîtin jî piştî darizandina 5 salan hat cezakirin û 2 caran bi cezayê muebeda giran hat cezakirin. Baysal, niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye.
Dema Baysal hatî girtin keça wî Arin Yelda Baysal hê du mehî bû. Arîn îro bûye 14 salî û nayê bîra wê ku bavê wê hatiye girtin. Arîn Yelda bavê xwe li girtîgehê nas kir. Arîn, ji ber vîrûsa Korona ku li seranserê cîhan û Tirkiyê belav bûye, dixwaze bavê wê û girtiyên siyasî tev bên berdan. Arîn Yelda Baysal têkildarî pakêta darazê ya înfazê ku AKP-MHP’ê amade kirin û anîn rojeva meclisê wiha got: “Êz dixwazin li gorî wekhevî û edaletê ev qanûn bê amadekirin. Ez naxwazim bê bavê xwe bijîm. Ez dixwazim bi bavê xwe re mezin bibim. Her çenda min bavê xwe li derve nas nekir jî bi hezkirina li hundir dayî min ez bi hêz bûm. Min bavê xwe di hevdîtnên vekirî, hevdîtinên girtî, telefon û nameyan de nas kir. Ev ji bo min pir zor û zahmet bû.
Ji ber vê nexweşiyê li girtîgehan jiyan bêtir dijwar bûye. Ez dixwazim bavê min û girtiyên siyasî tev bên berdan.”
‘PÊWÎSTIYÊN PAQIJIYÊ NADIN ME’
Leyla Çetîn ku wê û Enver Baysal dev ji hev berdane, wiha got: “Enver bê delîl û bê sebeb hat girtin û hat cezakirin. Tevî ku delîl tinebûn jî bi cezayê muebeda giran hat cezakirin. Ev ne mirovî û ne li gorî edaletê ye. Weke keça min gelek zarok bavê wan girtî ne. Arîn Yelda hê 2 mehî bû bavê wê hat girtin. Keça min pêvojoyek pir zor û zahmet derbas kir. Keça min bavê xwe li girtîgehê nas kir. Li vî welatî weke keça min bi hezaran zarok hene. Ev nayê qebûlkirin. Ez roja înê bi telefonê bi Enver re axivîm. Got girtîgeh li dijî vê nexweşiyê nehatiye dezenfektekirin û pêwîstiyên paqijiyê nadin me. Diyar kir ku li dijî vê nexweşiyê ti tedbîr nehatine girtin.
Ev nexweşî cudakariyê nake. Lê hikûmet cudakariyê dike. Ez jî weke keça xwe di zagona înfazê de wekheviyê dixwazim.”