Tîmeke teknîkî ji ciwanên navçeya Amûdê hewl dide nimûneya cîhazeke nefeskişandinê ji bo rewşên awarte pêş bixe ku wê pêdiviya navendên tenduristiyê bi cih bîne. Lewre ji bo têkoşîna li dijî Koronavîrûsê pêwîstiya nexweşxaneyan bi cîhazên nefeskişandina sinaî heye.
Li piraniya welatên cîhanê ji ber vîrûsa koronayê ku heta niha bi dehhezaran kes ji ber mirine û bi milyonan pê ketine, navendên tenduristiyê yên cîhanê ji bo têkoşîna li dijî vê vîrûsê, li derman û alavan digerin.
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), nîşanên Koronavîrûsê bi germa laş û koxikê dest pê dike, pişt re nexweş bi zehmetî nefesa xwe dikişînin û pêwîstiya wan bi nefeskişandina sinaî û lênêrîna tenduristiyê ya taybet li nexweşxaneyê çêdibe.
Tîmeke teknîkî ji ciwanên Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo ku ji endezyarê elektronîk Mehmûd Mihemed Xêr, teknîkvanê elektrîkê Mesûm Silêman û teknîkvanê elektronîk Serdar Tahir Selîm pêk tê, hewl dide nimûneyeke cîhaza nefeskişandina sinaî pêş bixe.
Derbarê xebata tîmê de, Serdar Tahir diyar kir ku li ser daxwaziya Heyva Sor a Kurdî, li ser pêşxistina nimûneya cîhazeke nefeskişandina sinaî kar dikin û got, “Rêxistina Heyva Sor a Kurdî pêşxistina cîhazeke nefeskişandina sinaî ji bo rewşên lezgîn ji me xwest.”