Nasîbe Polat ku li Rihayê li kêleka Gola Masiyan atolyeya wê ya nexşan heye got ez dixwazim hunera kevin bigihînim nifşên nû. Bi taybetî ez di vî alî de xwe hestiyar dibinim.”
Her ku diçe hunerên kevnare ber bi tinebûnê ve diçin. Weke cilûbergên gelêrî gelek cureyên nexşên destan jî kêm dibin. Çi êrîşên deshildardaran ên bişaftinê, çi ji êrîşên kevneperestan bandoreke mezin li nirxên xwecihî kirine. Yek ji wan, nexşên dest ango bi karanîna beran e. Nasîbe Polat ku hînkara nexşên dest e li Rihayê li kêlleka Gola Masiyan firoşgeheke nexşên bi dest vekiriye. Di atolyeya xwe de berên nexişandî ku kirine gerdenî difiroşe. Nasîbe got armanca min ya sereke ew e ku vê hunerê bigihînim nifşên bê.
Nasîbe di destpêka axaftina xwe de got weke hûn dibinin em li bajarekî dîrokî û binirx in. Herwiha li kêleka Gola Masiyan nexşan çêdikim. Ev ji bo min îlhama yekê ye. Ev dîrok tê jibîrkirin û gelek tiştên piçûk jî winda bûne ku heyîna wan jî nayê zanîn. Li gorî min ev nirxên me yên mirovayiyê ne. Domandina wan divê erkê her kesî be.”
Nasîbe da xuyakirin ku li Rihayê kesên vî karî dikin nemane û got, dîroka van nexşan kevnar e ku di demên kevin de li welatên misilmanan heykeltiraştî û resamtî tê qedexekirin ango kesên ev kar dikirin çareya xwe di boyaxkirina beran de dibînin. Ez jî îro hem hestên xwe derdixim holê, hem dîroka wan didim jiyandin.”