Atolya Çand û Hunerê ya Aryen, ji ber vîrûsa korona navber da xebatê, lê bi telefonê xwe digihîne xwendekarên xwe. Hîndekara muzîkê Fadîme Polat, bang li malbatan kir ku ji bo zarokên wan li malê xebata çand û hunerê bimeşînin, piştgiriyê bidin zarokên xwe.
Ji ber vîrûsa korona (Covîd-19) jiyan hat asta rawestînê û li bakurê Kurdistanê jî di vê pêvajoyê de gelek saziyan navber da xebata xwe. Navenda Çand û Hunerê ya Aryen ya li Wanê jî navber da xebata hunerê. Lê bi telefonê xwe digihîne xwendekarên xwe.
Hîndekara mûzîkê Fadîme Polat diyar kir ku hunermendên Kurd yên paşrojê digihînin û wiha axivî: “Vê pêvajoyê bandor li her kesî kir. Em neçar man navberê bidin xebat û dersên xwe. Em bi telefonê li xwendekarên xwe digerin. Heta ji destê me tê em hewl didin xebatû bidomînin.”
Fadîme herwiha balkişand ser peywira malbatan a di vê pêvajoyê de û wiha got: “Divê dê û bav rê bidin ber zarokên xwe. Divê tiştên fêr bûyîn bidin dubarekirin. Wisa wê karê me hêsantir bibe. Divê piştgiriyê bidin zarokên xwe. Em xebata xwe li ser çand û hunerê dimeşînin. Xwendekarên me piranî ji zarokan pêk tên. Em di temenê piçûk de hewl didin pêşî li asîmîlasyonê bigirin.”
Fadîme di dawiya axaftina xwe de got, divê malbat jî di temenê piçûk de pêşî li asîmîlasyonê bigirin û divê li her malê çand û hüner bijî û bi taybetî zarok teşwqîqê zimanê dayîkê bikin.