Li gel qedexeya derketina derve û ji bo ku xwendekar ji perwerdeyê qut nebin, Desteya Perwerde û Fêrkirinê wê bi riya kanala Rojava TV ya girêdayî rêveberiyê perwerdeyê bide û ji bo vê, sîstema bi navê ‘Dibistana Malê’ çêkir.
Bi belavbûna Koronavîrûsê re Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka Adarê ve rêzetedbîr girtin ku bikare rê li pêşiya vê nexweşiyê bigire. Ji wan tedbîran dibistan, zanîngeh û peymangeh ji 14‘ê Adarê ve xistin betlaneyê.
Li ser vê biryarê li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 hezar û 317 dibistan hatin girtin û 789 hezar û 225 xwendekar ji perwerdeyê qut bûn.
Ev ne cara yekê ye ku dibistan li herêmê tên girtin. Dema êrîşên artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê yên li ser herêmê ku 9‘ê Cotmeha 2019‘an de dest pê kiribûn, piraniya dibistanan dîsa hatibûn girtin.
Ji bo ku xwendekar ji perwerdeyê qut nebin û li malê perwerdeyê bidomînin, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê alternatîfek peyda kir. Di vê çarçoveyê de hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko li ser amadekariyên desteyê yên domandina perwerdeyê axivî.
Kewser Doko di axaftina xwe de bal kişand ser xetera Koronavîrûsê û diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo parastina tenduristiya zarokan, dibistan girtin û got, vekirina dibistanan di dema niha de zehmet e. Lewre dibistan cihê kombûna xwendekaran e. Ji bo ku ji perwedeyê qut nebin, Rêveberiya Xweser bi navê “Dibistana Malê” bernameyek çêkir. Bi riya kanalên televîzyonê û malperên girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê wê ders werin dayîn.”
Kewser bang li welatiyan kir ku bi Desteya Perwerdeyê re hevkar bin, bi cidiyet li zarokên xwe binêrin da prosesa perwerdeyê dewam bike. Lewre erkekî mezin dikeve ser milê malbatan, divê malbat zarokên xwe bişopînin û wan teşwîqî perwerdeyê bikin.
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko diyar kir ku wê bi riya komîn, meclis û malbatan xwendekaran bişopînin.