Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku gerîlaya wan Sema Koçer li dijî artêşa Tirk a li ber lûleya gaza xwezayî ya li nêzî deriyê sînor ê Gurbûlakê ya Agiriyê yê di navbera Tirkiye û Îranê de çalakiya fedayî kiriye û di çalakiyê de zêdetirî 30 leşker hatine kuştin û herwiha 5 erebeyên zirxî jî îmha bûne.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
“Di çarçoveya Pêngava Serkeftina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, 31’ê Adarê saet di 05:00’an de hevriya me Sema Koçer li navçeya Bazîd a Agiriyê li nêzî deriyê sînor ê Gurbûlakê li dijî artêşa TC a dagîrker a li ber lûleya gaza xwezayî çalakiyeke fedayî kir. Hevrê Sema li dijî hêzên dijmin şer kir, bi ser 5 wesayitên zirxî de çû yên ku ji bo destwerdanê hatin herêmê û tevî lûleya gaza xwezayî wesayitên dijmin hemû teqandin û îmha kirin. Di encama teqînê de her pênc wesayît bi temamî îmha bûn, zêdetirî 30 leşkerî hatin kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrê şehîd Alî Piling, Çîçek Botan û Dilgeş Botan hat lidarxistin.
Agahiyên li ser nasnameya hevriya me Sema Koçer a çalakiya fedayî kirî û şehîd bûî, wiha ne:
Nasnav: Sema Koçer
Nav û paşnav: Rewşen Aşkara
Cihê jidayîkbûnê: Sêrt
Dayîk-Bav: Kûdret-Husnu
Dem û cihê şehadetê: 31 Adar 2020 / Agirî
û mercî de li dijî dijmin şer kir, ji bo azadiya Kurdistanê bi têgihîştineke bilind derbeke mezin li dijmin xist.
Hevrêya me Sema bi çalakiya xwe ya fedayî tev li karwanê şehîdên nemir bû. Di serî de malbata wê ya hêja, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê mîrateya wê ya têkoşînê bi ser bixin.”