Cenazeyê jinekê ku li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê miriye, li goristana taybet hat veşartin a Rêveberiya Xweser di çarçoveya tedbîrên hişyariya li dijî Koronavîrûsê de diyar kirî.
Roja Pêncşemê cenazeyê jina bi navê Zeyneb Hisên ku li Almanya ji ber nexweşiyên giran miriye, gihîşt Başûrê Kurdistanê û di deriyê Sêmalka re derbasî Rojava bû.
Cenaze ji hêla malbatê, Hêzên Ewlekariya Hundir û Heyva Sor a Kurd ve hat girtina û li goristaneke taybet hat veşartin.
Rêveberiya Xweser berî çend rojan ji bo tedbîra li dijî Koronavîrûsê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hatibû gotin cenazeyên kesên ku ji derveyî herêmê tên, wê li goristineke tabyet li nêzî deriyê tê re derbas bûyîn werin veşartin. Rêveberiyê goristanek li herêmeke nêzî gundê Kerbalat ê girêdayî gundên Koçerat li herêma Dêrikê diyar kir.